Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî 2023-07-07 10:37:07   SEMSÛR - Jina bi navê Remziye Yucel di qonaxa hevberdanê de ji hêla Zeynal Yucel ve hatibû qetilkirin. Cezayê muebbeta giran li Zeynal Yucel hate birîn.    Kesê bi navê Zeynal Yucel (50) di 7’ê adara 2022’yan de li navçeya Îmamaga ya Semsûrê Remziye Yucel (46) di qonaxa hevberdanê de bûn, qetil kir. Danişîna biryarê ya dozê duh li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hate lidarxistin. Bi sedema “Kuştina biqesdî” cezayê muebbeta giran li faîl Yucel hate birîn.