Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin 2023-07-05 16:28:04   ÊLIH - Kesê bi navê D.Y. li Êlihê bi kêran êrişî jina bi navê F.Y. kir ku di qonaxa hevberdanê de bûn. F.Y. di êrişê de bi giranî birîndar bû.   Kesê bi navê D.Y., li Taxa Şîrînevler a Êlihê bi kêran êrişî jina bi navê F.Y. kir ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Li gorî agahiyan, ji bo D.Y. biryara dûrxistinê hatibû dayîn. D.Y. li ser cadeyê pêşî li F.Y. girt û heqaret lê kirin. Piştre jî bi kêran êrişî F.Y. kir û bi giranî birîndar kir. Li ser qêrînên F.Y., welatiyên taxê hatin cihê bûyerê, mudaxele kirin û faîl derb kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê D.Y. binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.    Faîl D.Y. hêj di bin çavan de ye. Hat zanîn ku F.Y. jî niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê giran e.