Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin 2023-06-19 10:29:42   DÎLOK - Kesê bi navê Mertcan Kose jina bi navê Bîlge Kose ku di qonaxa hevberdanê de bû û bavê wê Ertûgrul Kaya qetil kir. Mertcan Kose 2 roj piştre hate binçavkirin.    Jina bi navê Bîlge Kose û bavê xwe Ertugrul Kaya dema di 16’ê hezîranê de li Taxa Atakent a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê ji Edliyeya Dîlokê derdiketin, ji hêla Mertcan Kose ve hatin şopandin. Bîlge Kose û Mertcan Kose di qonaxa hevberdanê de bûn.    Kose ku wesayîta jin û bavê xwe tê de bûn şopand, demek piştre pêşiya wesayîta wan girt û Bîlge Kose û bavê wê Ertugrul Kose qetil kir. Kujer Kose, piştî êrişê jî ji cihê bûyerê reviya. Kose, duh di saetên şevê de hate binçavkirin.