‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’ 2023-06-15 15:26:42   NAVENDA NÛÇEYAN - SES û Odeya Bijîşkan li gelek bajaran qetilkirina Dr. Melek Bagçe protesto kirin û wiha gotin: “Kujerê Dr. Melek Bagçe ne tenê zilamê di qonaxa hevberdanê de lê poîtîkayên we dijminatiya jinan jî ye.”   Bijîşk Melek Bagçe li navçeya Alanya ya Antalyayê ji hêla hevjînê xwe yê di qonaxa hevberdanê de hate qetilkirin. Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan li gelek bajaran daxuyanî dan û bertek nîşanî qetilkirina Bagçe dan.    RIHA    Odeya Bijîşkan a Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û nûnerên Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşameviyê jî tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji hêla endama Şaxa Odaya Bijîşkan a Rihayê Derya Bulgur ve hate xwendin. Bulgur bi lêv kir ku sedema qetilkirina jin û bijîşkan polîtîkayên neolîberal ên desthilatê ne. Bulgur, bi bîr xist ku xebatkarên tendûristiye gelek caran li ser kar hatine qetilkirin.   Bi domdarî Bulgur diyar kir ku desthilata ku jinan û mafên jinan tune dihesibîne, bi polîtikayên necezakirinê re xetereyê li ser jiyana jinan çêdike û axaftina xwe wiha qedand: “Lewma kujerê Melekê ne tenê ev zilam lê di heman demê de ev polîtîkayên dijminatiya jinan in. Dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê berdewam bike.”    Di heman demê de Şaxên SES’ê yên Îzmîr, Edene, Antalya, Mêrsîn û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê jî daxuyanî dan û qetilkirina Bagçe şermezar kirin. Di daxuyaniyan de peyama têkoşînê hate dayîn.