‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin' 2023-06-11 09:00:36   AMED - Jinên HDP'î anîn ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dikin ên Tifaqa Cumhûrê li qadan bin û wiha gotin: "Jin, dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin."    Desthilata AKP'ê bi tifaqa xwe ya bi Partiya Doza Azad û Partiya Yenîden Refahê re, peyam da ku dê di serdema nû de jinan hedef bigire. Partiya Doza Azad dibêje divê "xwediyê jinan hebe" û Partiya Yenîden Refehê jî dixwaze qanûna bi hejmara 6284'an ya têkildarî pêşîgirtina tundiya li hember jinê û parastina malbatê bê betalkirin. Li meclisê hebûna van her du partiyan kiriye ku jin di serdema nû de xeteke têkoşînê ya nû diyar bikin. Endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan ku destkeftiyên wan bi tayinkirina qyeûman hatin desteserkirin, anîn ziman ku dê li dijî polîtîkayên ku dijminatiya jinan dikin xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin.    JIN LI QADAN E   Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca ku qeyûm tayînî wê hat kirin, serdema damezrandina AKP'ê bibîr xist û wiha got: "Gava em lê mêze dikin, xwedî feraseteke wiha bû ku dixwest jineke maqûl biafirîne. Feraseta jina maqûl jî, ew feraset e ku dixwaze jinê hepsî malê bike. Her wiha di demên dawî de jî bi tifaqên biçûk re, dixwaze bi temamî jinê ji qadan û qada siyasetê dûr bixe. Li hemberî jinan xwedî polîtîkayeke dijminatiyê ne. Vê yekê bi gotinan tînin zimên. Lê li dijî vê em ê jî li qadan bin."    'EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN'   Sarûcayê bilêv kir ku desthilat polîtîkayeke ku dijminatiya jinan dike esas digire û wiha domand: "Piştî tayinkirina qeyûman, ewilî xebatên ji bo jinan ji holê rakirin. Saziyên jinan girtin. Polîtîkayeke di vî warî de esas girtin. Ev dê bidomin, lê me gotiye 'Hevserokatî xeta me ya mor e.' Em ê bi heman awayî bidomînin. Ber bi hilbijartinên herêmî ve, qethiyen em ê dest ji destleftiyên xwe bernedin."    Sarûcayê detsnîşan kir ku dê li dijî êrişan têkoşînê bilind bikin û wiha pê de çû: "Ew qeyûman tayîn bikin jî, dê nikaribin vîna gel xesp bikin. Gel dê di hilbijartina bê de car din bersivê bide wan. Em polîtîkayên qeyûmtiyê red dikin. Em hevserokên vî gelî, em ê li qadan bin."    'EM Ê BERSIVEKE XURTTIR BIDIN QEYÛMAN'   Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Jiyan Aslanê jî bibîr xist ku di 2016 û 2019'an de bi tayînkirina qeyûman re ewilî destkeftiyên jinan hedef hatine girtin û ev nirxandin kir: "Desthilat baş bi vê dizane. Ya ku vê pergalê birûxîne dê têkoşna jinan, tevgera jinan be. Lê ew hewl didin ku pergala qeyûman veguherînin rejîmekê û polîtîkayên xw eyên çewisandina jinan bidomînin. Me jinan bersiva xwe ya bo vê yekê dabû. Lê em ê di hilbijartinên herêmî de dîsa li dijî polîtîkayên qeyûman tevbigerin û bersiveke xurt bidin."    'EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE YA TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN'   Hevşaredara Bajaroka Kaniya Xanê ya navçeya Hezo ya Êlihê Gulistan Sonukê jî anî ziman ku pêkhateyên Tifaqa Cumhûrê hemû jî dijminên kurdan û jinan e. Sonukê bilêv kir ku stratejiya Tifaqa Cumhûrê li ser esasê dijiminatiya li hemberî kurdan û jinan hatiye avakirin û got: "Dijminatiya wan dê ji niha pê ve jî bidome. Helbet li hemberî vê dê jinên kurd jî xwedî li mîrateya xwe ya têkoşînê derkevin û xurttir bikin."    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can