Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan 2023-05-23 10:35:36   AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, destnîşan kir ku mifteya guhertinê di destê jinan de ye û wiha got: “Cih ji bêhêvîtî û bêmoraliyê re nîne, em li dijî rejîma Erdogan biçin ser sindoqan.”   Partiya Çepên Kesk ku desthilatê di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de hedef girt, tevî zext, binçavkirin û girtinan jî 61 parlamenter qezenç kirin û bi temsiliyeta jinan a ji sedî 49’an di Meclisê de cih girt. Ceylan Akça ya li Amêdê ji Partiya Çepên Kesk hate hilbijartin, bal kişand ser girîngiya temsiliyeta jinê ya li Meclisê û destnîşan kir ku di hilbijartinên serokkomariyê yên tûra dûyemîn de divê jin li ser sindoqan hêza pêşeng bin.    ‘JI BÊHÊVÎTIYÊ RE CIH NÎNE’   Akça, diyar kir ku di tûra ewil de desthilata AKP’ê hejandine, bi tûra dûyemîn armanc dikin ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bişînin. Akça, anî ziman ku encamên hilbijartina 14’ê Gulanê di nava gel de bûye sedema xerabûna morale lê cih ji bêmoralî û bêhêvîtiyê re nîne û wiha got: “Em hêj gelek bi xurt in. Me 61 parlamenter şandin û nivîyê van jin in. Ev tişteke gelekî xweş e û her wiha parlamenterên bi nasnameyên cuda me şandin. Ya me ne binketine, tevî kevirên desthilatê yên giran ên li ser me, hêza gel a ji binê van keviran radibe ye. Ev jî serkeftineke mezin e û divê kes moralê xwe xera neke.”   ‘JI WAN RE RIHETÎ NÎNE’    Akça, qala polîtîkayên desthilata AKP’ê ya jin û zarokan kir û wiha berdewam kir: “Divê em keçika 6 salî hate zewicandin û bi awayekî sîstematîk hate tecawizkirin bi bîr bixin. Desthilateke ku piştevaniya vê ferasete dike û sîstematîze dike heye. Bi heman awayî xwediyên vê ferasete beriya 2 rojan li Zongûldakê tecawizî pitikeke 2 salî kirin. Dîsa blokeke ku qanûna 6284’an an ku qanûna jinên tundî lê tê kirin û tên taciz û tecawiz kirin diparêze, ji nîqaşan re vedike heye. Ev kes dê di parlamentoyê de bibin endamê komîsyonê lê em ê rehetiyê nedin wan. Dê li kolanan zextê li jinan bike, em ê rehetiyê nedin wan. Heta ku em hebin rehetî ji wan re nîne. Ji ber wê yekê bila qet lingên xwe dirêj nekin, em li vir in û bihêz in.”   ‘DIKARIN BI HEV RE BIGUHERÎNIN’    Akça, destnîşan kir ku li dijî “rejîma otorîter” a Erdogan teşeya reveberiyeke din pêkan e û wiha pê de çû: “Heke Erdogan bibe Serokkomar ev pergala otorîter û zextker wê kûrtir bibe. Erdogan pergaleke Serokkomariyê ya ecêb afirand û rola parlamenteriyê xist xwarê. Ji xwe parlamento xwediyê avaniyeke demokratîk nebû, cihekî ku piraniyê kêmnetewe ji nedîtive dihat û hewl da wan bêdeng bike bû. Lê em dikarin vê hilweşînê bi hev re biguherînin.”   Akça, pêşbînîya xwe ya heke Erdogan di tûra duyemîn de “serbikeve” dikare çi bike wiha bi lêv kir: “Dijminatiya jinan dikare têxe bingeheke makeqanûnî, qanûna jinan diparêze û mekanizmaya wê dê rake û tu hesabê jî nade. Dadgeh ji xwe dadgehên zayendperest in, dê zêdetir bibin zayendperest, jinê nedîtîve bên, kesên tundiyê dikin biparêzin. Li welat Navenda Şopandinê û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONIM) heye lê bêbandor e. Li ŞONIM a li bajêr binêrin ka çiqas bi bandor e? Li buroyên ‘tundiya li nava malê’ yên li miduriyetên polîsan binêrin ka çiqas dixebitin? Pergaleke ku nebaş dê xerabtir bikin. Ji bo em destûrê nedin vê ez bang li jinan dikim ku biçin ser sindoqan dengên xwe bidin û bibin muşahid.”   Akça, destnîşan kir ku qasî deng dayînê ewlehiya sindoqan jî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin dikarin roleke baş a hînkirinê bigirin ser xwe, dikarin bibin muşahîd, mifteya guhertinê di destê wan de ye û em dikarin bi hev re biguherînin. Em ne neçarî netewperestan e û em dikarin biguherînin. Bila jin di ferqa hêza xwe de bin û li gorî wê tevbigerin.”   MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar