Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin 2023-04-24 14:51:55 ŞIRNEX - Li Silopiyayê mîtînga jinê ya bi dirûşmeya “Dîsa jin, dîsa jiyan” bi coşeke mezin hat lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di mîtîngê de axivî, got: "Em ê  li hemberî siyaseta yekzilamî siyaseta jinê pêş bixin. Em jin natirsin, em ê hesab bipirsin.”   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bi dirûşma, "Dîsa jin, dîsa jiyan" mitîng hat lidarxistin. Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Partiya Mirov û Azadiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek û bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn. Koma Jin Ma û Kardeş Turkuler jî tevlî mîtînga jinan bû.    Qada mîtîngê bi filamayên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Her wiha pankartên “Dayikên Botanê bi tilîliyên xwe, dê texta zalîman hilweşîne” û “Bi rihê Sêvê, Fatma û Pakizeyan em ê pergala desthîlatdar biguherînin” li qadê hate daliqandin.    Jinan ji du nokteyên lêgerina polîsan derbas bûn û bi cil û bergên xwe yên gelerî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" herikîn qadê. Jinan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Tayîp Îstîfa” û “Şehîd namirin” berz kirin. Di mîtîngê de zêdebûna jinên ciwan bal kişand.    AZADIYA JINÊ   Di mîtîngê de ewilî namzetên Partiya Çepên Kesk yên Şirnexê axivîn. Namzet Newroz Ûysal, diyar kir ku heya jin azad bibe wê têbikoşin û got: “Em îro bi rihê Sêvê, Pakize û Fatma li vir in. Têkoşîna wan tim dê bijî. Wekî birêz Abdullah Ocalan gotiye 'Heta jin azad nebe civak azad nabe'. Ji bo ku em bikaribin jinê azad bikin hilbijartinê de dengên xwe bidin xwe.”     ‘EM Ê WEKÎ LEHIYÊ BIHERIKIN QADÊ'   Namzet Ayşegul Dogan jî diyar kir ku 14’ê Gulanê ne tenê hilbijartinekê ye û got: “Dîrok, çîrok, nirx û rûmeta me yeke. Divê em jinên Botanê di hilbijartinê de wek lehiyek biherikîn û xwedî li sandoqên xwe derbikevin. Ji bo azadkirina zindanan, ji bo sirgûnê re bi dawî bînin, ji bo xwedî li nasname û hebûna xwe derbikevin em ê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” wek lehî biherikîn sandiqan”   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî diyar kir ku ev hilbijartin hilbijartina hesab pirsînê ye û destnîşsn kir ku divê hemû kes xwedî li dengên xwe derbikeve.    YEKÎTÎ   Ji Partiya Mirov û Azadiyê Rûmeysa Gulmez jî axivî û balê kişand ser tifaqa gelan û got: “Gelê Kurd bi salan in bi zilmê re rêbirû in. Divê em kurd tifaqa xwe çêbikin û li dijî zilmê hemû cudahî baweriyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Em ê bi yekitiyê ser bikevin.”   Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û wiha axivî: “Jin hertim di hedefê de bûn. Pergala me ya hevserokatî hat hedef girtin. Hevalên me yên sîyasetmedar hatin hefef girtin. Li Silopyayê Sêvê, Pakize û Fatma hatin hedef girtin û bi hovane hatin qetîl kirin. Dayika Taybet bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Her wiha bi sedan jinên sîyasetmedar li zindanan dîl hatin girtin. Ji ber ku ew hevalên jin li hemberê vê pergala mêrperest azadiya jin û civakê parastin. Em silavên xwe ji hemû sîyasetmedaran re dişînin. Ji sala 2015 an wê de deskeftiyên me di bin hedefa wan de te. Siyasetek qirêj li ser botanê dan meşandin lê gelê botanê li hemberê wê dîyaseta qirêj li ser piyan in. Di vê hilbijartinê de em ê deskeftiyên xwe biparêzin û peymana Stenbolê dîsa xemrî bikin.”   SIYASETA JINÊ   Herî dawî jî Çigdem Kiliçgun Uçar axivî û destnîşan kir ku em ê deskeftiyên xwe biparêzin û got: “Li hemberi siyaseta yek zilamî em ê bi sîyaseta xwe bi ser bikevin. Pergala Hevserokatiyê ku bi têkoşînek mezin hatiye bidest xistin di bin hedefê de ye. Yê ku li hemberê faşîzma AKP’ê MHP’ê dengê jinan berz kiriye, yê ku têkoşîna jinan re xwedî derketiye em in. Jin di her qadên civakî de li qadê nin û deng û rengê xwe nîşan didin. Di van qadan de jî jinan peyama xwe ya 'Jin natirsin hesab dipirsin' berz kirin. Li hemberî zagonên ku îstîsmara li dijî zarokan rewa dike û li dijî rakirina Peymana Stenbolê, jin li qadê ne.”   'EM Ê TECRÎDÊ RAKIN'   Çîgdem, balê kişand li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: “Di şexsê Îmraliyê de li ser hemû qadên civakî de tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd heya ku ji holê ranebe aştî û çareseriyek nayê vî welatê. Em ê bi jinan bi hev re vî tecrîdê ku li pêşiya aştî û demokraasiyê asteng e rakin.”   WEZARETA JINÊ   Çîgdem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî tundî û qetîlkirin û deskeftiyên xwe bi rêve bikin em ê Wezareta Jinê ava bikin. Li dijî edaleta mêr û polîtîkayên bêceza hiştinê em ê Dadgehên Îhtîsasê ya Jinê ava bikin. Her wiha 8’ê Adarê ji bo jinan em ê bixin betlaneya fermî. Gelek armanc û hedefên me yên bi vî şiklî hene. Em ê bi ser kevin û pêk bînin.”   Piştî axaftinan Koma Jin Ma û Kardeş Turkuler derket ser dike û stranên xwe gotin.