Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir 2023-04-11 11:30:00 ENQERE - Partiya Çepên Kesk nasandina namzedên xwe yên parlamenterên jin kir. Partiya Çep a Kesk da zanîn wê li parlamentoyê temsîliyeta herî mezin a jinan pêk bînin.    Partiya Çepên Kesk danasîna danasîna nazmetên parlamenteriyê yên xwe yê jin dike. Lansmana danasînê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê hat lidarxistin. Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên jin ên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û nûnerên jin ên rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn.    Di merasîmê de sînevizyon hat pêşandan û bi tilîlî, çepikan dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.    'EM NASNAMEYA JINAN LI GEL HEV IN’    Di civîna danasînê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar ewilî axivî û da zanîn ew bi hemû cudahiyên xwe li gel hev in û got: "Hevalên me yên têkoşînê me bi tenê nahêlin. Ew ê tecrubeya wan ji bo serdema nû ji me re bibe fêdeyek. Wê rêhevaltiya me bi awayekî xurt dewam bike. Em bi nasnameya xwe ya jinê li gel hev in. Em kurd, elewî, tirk, çerkez, ereb, penaber, karker in. Bila rêya me hemûyan vekirîbe."   'EM Ê REJÎMA YEK ZILAMÎ HILWEŞÎNIN’    Ûçar anî ziman ku wê jinên Partiya Çepên Kesk rejîmê biguherînin û wiha axivî: “Em ji bo mexdûrên erdhejê û ji bo jinan jiyaneke nû ava dikin li vir in û soza me ji bo wan heye. Em ji bo Pinar Gultekin, Şule Çet, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Gulistan Doku, Yeldane Kahirman, Nadire Kadirova, Nagihan Akarsel û gelek jinên din ên hatine qetilkirin li vir in. Li dijî talana xwezayê em li vir in. Em ji bo hemû jinên tên mexdûrkirin li vir in."   EM Ê DAWÎ LI POLÎTÎKAYA TECRÎD Û QEYÛMAN BÎNIN   Ji bo em kesên keda jinê binpê dikin biguherin li vir in. Ji bo heqdestê wekhev em li vir in. Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in. Ji bo em temsîliyeta wekhev mezin bikin em tên. Em ê destkeftiyên wekî hevserokatî, hevberdevkiyê mezin bikin em li vir in. Ji bo em Peymana Stenbolê têxin meriyetê û dawiyê li rejîma yekzilamiyê bînin em li vir in. Wê dirûşma 'Dîsa jin dîsa jiyan be'."   SILAV JI GIRTIYÊN SIYASÎ RE ŞAND    Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got: "Filîz, Ayşe, Fatma, Huda, Dîlan, Remziye, Oya, Şevîn û hevalên din wê serdemê ne li gel me bin lê belê wê piştgiriyê bidin têkoşîna me, em siyasiya wan dikin. Belkî yên min navê wan ji bîr kiribe hebe lê belê yên wê îsal nekevin parlamentoyê jî wê bi têkoşîna me re bin."   Berfirehiya axaftina Bûldan wiha ye:    "Hemû jinên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan em ji bo wan rehmetê dixwazin. Kesên di bin bandora erdhejê de man ji aliyê AKP'ê ve terkî qedera xwe hatin kirin.  Îktidara AKP-MHP'ê dijminatiye jinê kir. Biryara xwe wekî jin em ê bi xwe bidin. Kesek nikare dest kinc, makyaja me bidin û em ê çend zarokan bînin, kes nikare biryara vê bidin. Em ê biryarê bidin.   EM PARTIYEK MEZIN A JINAN E    Em jinên ku bi vîna xwe ya azad li ber xwe didin û biryarên xwe digirin, têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Di heman demê de em partiyeke mezin a jinan e ku ji bo 14’ê Gulanê bi coş û îradeyek mezin têdikoşîn û amadekariyên xwe kirin ku îktidarê bişînin. Her çendî hewl bidin HDP’ê bigirin jî, em ê heta 14’ê Gulanê bi şev û roj bixebitin û bi navnîşana xwe ya Partiya Çepên Kesk re nûnertiya herî xurt li Meclisê bikin. Her kes wê bibîne ku Partiya Çepên Kesk wê bi nûnertiya herî mezin a jinê cihê xwe di Meclisê de bigire. Em xwe amade dikin ku bi rêjeya ji sedî 45 biçin parlamentoyê.   EM Ê LI BER DOZA GIRTINÊ RABIN    Yên ku ji me dixwzin em îro ji bo doza girtina HDP'ê parastina devkî bikin bila bizanibin ku em bi hemû hevalên xwe yên jin re li vê salonê parastina devkî dikin. Em bi mîlyonan li qadan dest bi parastina xwe ya devkî dikin. Heger hîleyên AKP’ê hebin gavên me jî hene. Me tu carî kesên deng dane me bê çare nehiştin e. Li hemberî van hemûyan em careke din bi hêza jinê,  bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa Kurdistanî re dibêjin em li vir in. Em ê careke din li vir bin. Careke din we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”   Piştî axaftinan navên namzetên parlementeriyê bajêr bi bajêr hatin xwendin û herêm bi herêm derketin ser dikê.    Di dawiya bernameyê de jinên namzet wêneyê giştî girt.