'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze' 2018-04-10 11:51:28 WAN - Berdevka Platforma Jinan a Axtamar a Wanê Seher Kadiroglu Ateş, der barê zagona "Xesandina Kîmyewî" ku duh pêşkêşî meclîsê kirin, diyar kir ku her îktîdar ji bo aboreyê xwe (Sapik) biparêze li gorî xwe zagonan seredast dike û ev yek ne çareserî ye.  Wezareta Dadê bi armanca rê li pêş îstîsmara zayendî bigire pêşnûmeya “Xesandina Kîmyewî" amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Her çend gelek saziyên sivîl, rêxistinên civakî û saziyên jinan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê rêbazê pirsgirêka îstîsmarê çareser nabe jî dîsa hikûmeta AKP'ê pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Serokwezîr Binali Yildirim pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Li gorî vê pêşnûmayê ji bo kesên tev li îstîsmara zayendî bûne dê di navbera 20 - 40 salan de rastî ceza bên. Ger ku sûc li dijî zarokên 12 salî pêk hatibe ceza dê di navbera 30 - 40 sahan de bê guhertin.    Pêşnûma ji 12 xalan pêk tê. Ger ku li dijî zarokê kêmî 12 salî bi zorê îstîsmara zayendî pêk bê dê kesên sûcî îstîsmarê kiriye rastî cezayê muebetê bên. Bertekên li dijî vê rêbaza ceza zêde ne. Têkildarî mijarê  Berdevka Platforma Jinan a Axtamar a Wanê Seher Kadiroglu Ateş, der barê zagona "Xesandina Kîmyewî" ku duh pêşkêşî meclîsê kirin, diyar kir ku her îktîdar ji bo aboreyê xwe (Sapik) biparêze li gorî xwe zagonan seredast dike û ev yek ne çareserî ye. Ataş, anî ziman ku berî her tiştî mijara ku divê hikûmet pê eleqeder bibe di 10 salên dawî de ji sedî 700 îstîsmara zarokan zêde bûye. Ateş, xwest civak çawa hatiye vê astê lêkolîn bikin.  Ataş, anî ziman ku ev rê û rêbazên hikûmet serî lê dide ne çareserî ye û wiha got: "Dema ku mirov mijarê bi polîtîkayên civakî, hiqûqî, perwerdehî, tenduristî, jin, zarokan digire dest hişmendiya îktîdarê raste rast aşkere dibe. Mijara xezandina kîmyewî bi îlanan hormona bersûc kêm dike. Dibe ku daxwaza zayendî ji holê rake. Ev kar bêyî riza kes pêk tê. Destnedayîna bedena kes a bêyî riza mirov sûc e. Divê berî her tiştî em rê û rêbazên ku kesan arasteyî vî sûcî dike tespît bikin. Em piştre rêya kesan araste dike bigirin. Ji ber vê yekê divê em zanibin em çawa zarokên xwe perwerde bikin û em bizanibin em zarokên xwe teslîmî kê dikin. Her wiha divê em zanibin zarokên me di kijan perwerdehiyê re derbas dibin. Ev mijara îstîsmarê mijarek civakî u hiqûqî ye. Ev mijar bi dermankirinê tedawi nabe. Bi perwerdehiya rast çareser dibe."    Ateş, da zanîn ku ev pêşnûme beyî bi kesi bişêwirin û niqaşa we di nava saziyên eleqeder de bimeşînin anîn rojevê û bingeha vê pêşnumayê nehat avakirin. Ateş, bilêv kir ku saziyên olî diyar dikin ku zarokên 9 zalî dikarin bizewicin û bav dikare şehvetî keça xwe bike. Ateş, da zanîn ku dîsa li vakfan îstîsmarên komî pêk tên û ev hemû saziyên  seziyên girêdayî îktîdar û dewletê ne.    Ateş, herî dawî da zanîn ku bi polîtîkayên li ser jinan dixwazin jinê di malê de hepis bikin û medya hawiz jî van polîtîkayên wan rewa nîşan dide û wiha got: "Li Tirkiye gelek pirsgirêk ji çavkaniyên wan tên dûrxistin û li cihê şaş li çareseriya pirsgirekê digerin. Tirkiye hêj bi KHK û OHAL'ê tê rêvebirin. Hêj bi şer tê rêvebirin. Tu hêzên muxalif nikare dengê xwe bilind bike. Tirsê li nava hemû civakê belav dikin. Bi van rêbazan pirsgirêk çareser nabe. Mudaxaleyî ken û cilên jinê dike. Mudaxaleyî karê jinê yê malê û derve dike. Divê berî her tiştî hişmendiya mêr a serdest u qirêj bê paqijkirin. Em dê her dem bi hêza ku me ji 8'ê Adarê girtiye li dijî vê yekê têbikoşin."