Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2023-04-09 14:27:06   ŞIRNEX - Jina bi navê Havva Guzel ji duh ve li Elkê winda bûbû. Cenazeyê Guzel îro hate dîtin.    Jina bi navê Havva Guzel (46) ji duh ve li navçeya Elkê ya Şirnexê winda bûbû. Îro jî cenazeyê Guzel hate dîtin. Piştî ku malbata Guzel agahî dan, cendirme û polîsan dest bi xebatên lêgerînê kirin.    Di encama xebatan de cenazeyê Guzel li rex Rûbarê Sîngeverê hate dîtin. Ji bo otopsiyê, cenazeyê Guzel rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.