Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e 2023-04-09 13:00:40 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroya hilbijartinê ya jinan a Orhangaziyê de axivî û wiha got: “Nifteya guherînê ya welêt di destê jinan de ye. Dê bi hêza jinan ev guherîn çêbibe. Em, sindoqan emanetî jinan dikin. Navnîşana me, Partiya Çepên Kesk e.”    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Taxa Orhangazî ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, endama MYK’a HDP’ê Elîf Bulut û gelek jinên siyasetmedar û welatî tev li vekirina bûroyê bûn. Beriya vekirina bûroyê, jinan li pêşiya bûroyê stran gotin, govend gerandin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Bûroya hilbijartinê bi pivdankên mor û spî û bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin. Her wiha pankartên “Bûroya Peywendiyan a Hilbijartinê ya Jinan a Taxa Orhangazî ya Partiya Çepên Kesk” û “Hûn bi xêr hatin Buroya Hilbijartinê ya Jinan. Şima Xêr Ameyê” hatibûn daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroyê de axivî.    VEKIRINA BÛROYÊ VEGUHERÎ MITÎNGÊ   Buldan, ji ewil bal kişand ser eleqeya mezin û wiha got: “Ev, tenê vekirina bûroya hilbijartinê ye lê mîna mitîngê derbas dibe. Ev dîmene nîşan dide bê ka Partiya Çepên Kesk li Stenbolê çiqas bihêz e. Ez yek bi yek spasiya we tevan dikim.”    Bi domdarî Buldan got ku dê guherîn bi destê jinan bibe û ev tişt anî ziman: “Heke li vî welatî guherînek çêbibe, ew guherîn dê bi destê jinan bibe. Guherîna herî mezin a vî welatî dê bi saya keda jinan bibe. Dê Partiya Çepên Kesk li Stenbolê gelek parlamenteran bi dest bixe û rêjeyeke zêde ya dengan bigire. Ev jî dê bi saya jinan bibe. Jin li vî welatî hatin tepisandin, tune hatin hesibandin. Dijminatiya rêveberên vî welatî ya li hemberî jinan, dijminatiya wan a li hemberî kurdan, demokrasî û aştiyê heye lê dîsa jî em jin dê aştî, azadî û demokrasiyê bînin vî welatî.”   DÊ JIN AKP’Ê TÊK BIBIN   Di berdewamê de Buldan wiha got: “Ji krîza aborî heta krîzên civakî û siyasî û karesatan, di hemû pirsgirêkan de ji ewil jin mexdûr dibin. Di karesata mezin a erdhejê de herî zêde jinan êş kişand û mexdûr bûn. Ji Semsûrê heta Hatay û Rihayê, li hemû herêmên erdhejê me ev rastî dît. Jin terkî qedera xwe hatin kirin. Lê dê jin di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqê û hesaba vê ji vê desthilatdariyê bipirsin. Dê AKP’ê têk bibin û bişînin ser sergoya dîrokê.    Li vî welatî bi qasî ji HDP’ê ditirsin ji tu tiştekî natirsin. Ji bo HDP’ê li derveyî hilbijartinê bigirin, serî li hemû kompas û dozên girtinê dan. Lê me soz dabû gelê xwe ku dê wan bê alternatîf nehêlin. Navnîşana me ya di hilbijartinan de Çepên Kesk e. Hedefa me ew e ku bi awayekî herî xurt bikevin parlamentoyê. Dê careke din bibînin ku yên herî zêde namzetên jin diyar kirin, em in. Bila zilam xwe nexeyîdinin lê em jin ji biryara xwe tawîz nadin. Dê dîsa herî zêde parlamenterên jin ji Partiya Çepên Kesk derkevin.     Li hêla din jî hilbijartina serokkomariyê heye. Em ê di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin wî namzetî ku bibe navnîşana guherîn û veguherîna Tirkiyeyê, kesê ku kurdan înkar neke û li dijî zextên ser kurdan dengê xwe derdixîne. Mereq nekin em hêj daneketine qadan û me mitîng li dar nexistine. Çawa ku em daketin qadan û me dest bi mitîngên xwe kir, wê demê em ê eşkere bikin bê ka dê dengê xwe bidin kîjan namzetê serokkomariyê.    SINDOQ EMANETÎ JINAN E   Ez, sindoqên li Stenbolê tên danîn emanetî hevalên jin dikim. Destûrê nedin ku yek dengê me ji wan sindoqan were dizîn. Rawestan tune ye û em ê heta şeva 14’ê Gulanê bixebitin. Em ê sindoqên xwe biparêzin û bi hev re encamê bi dest bixin. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim. Stenbol a me ye, dê Stenbol bibe ya Çepên Kesk.”   Piştî axaftina endama MYK’a Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, bûroya hilbijartinê hate vekirin. Buldan û jinan bi hev re bûro vekir.