Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide 2017-10-10 09:25:30 STENBOL – Wênesazê navdar Peter Paul Rubens, ku di bin tesîra çîroka Pero ku ji bo bavê xwe yê di girtîgehê de xelas bike her roj bi şîrê xwe xweyî dike de ma, bêyî ku bêje rîwayet e wê çîrokê di tuwala xwe de dide der.  Ji ber dîroka jinê hatiye tunekirin, gelek caran jê çîrokên ku hatine jiyîn wek ku rîwayet bin hatine vegotin. Yek ji van çîrokan jî, çîroka Pero û bavê wê Cîmon e. Wênesazê navdar Peter Paul Rubens, vê çîrokê dike mijara tuwala xwe.    Dîmena ku Rubens di sala 1635’an de çê kiriye, ilhama xwe ji çîroka bav û keçekê werdigire. Çîroka Pero û bavê wê Cimon, çîrokeke zaf balkêş e. Di vê dîmena ku destê zilam ji paş ve hatiye girêdan û jineke ciwan şîr dide wî, tê gotin ku ji bo li hin tiştan mikur bê, îktîdara wê serdemê bazirganê cawan Cimonê extiyar mehkûmî birçîbûnê dike.    JI BO BAVÊ XWE JI MIRINÊ RIZGAR BIKE WÎ ŞÎR DIDE    Lê belê, keça wî Pero ku nû welidiye, di bin zor û zehmetiyên giran û bertîlên ku dide gardiyanan de serdana bavê xwe dike û ji bo bavê xwe ji mirinê rizgar bike wî şîr dide. Her roj, rojê 20 deqîqe mafê Pero heye ku serdana bavê xwe bike û ew jî her roj diçe cem bavê xwe. Rojekê jî tevî zaroka xwe diçe girtîgehê. Ji ber ku qedexe ye zewade têxe hundur, dema zaroka xwe şîr dide çavê wê bi gardiyanekî dikeve û jê destûrê dixwaze. Ji gardiyan re wiha dibêje: “Derkeve ez ê zaroka xwe şîr bidim.” Li ser vê gardiyan dertê û ew jî pêsîreke xwe nîşanî bavê xwe yê ku ji birçînan ji hal ketiye dide û pêsîra xwe nêzî bavê xwe dike da şîr bimije.    EV ÇÎROK JI BO PETER DIBE ÎLHAM    Hema bêje Pero her roj diçe serdana bavê xwe û wî pêsîrê xwe yê ku pê bavê xwe şîr dide, qet nade zaroka xwe. Çil roj derbas dibe lê mêrik namire û ev rêbaz nayê aqilê tu kesî jî. Paşê gotegota ku Pero û Cimon cadû ne berbelav dibe. Di hin çavkaniyan de tê gotin ku ji ber qiral ji xezeba bav û keçe tirsiyaye, Cimon serbest berdide. Di hin çavkaniyan de jî tê gotin ku gardiyanan ferq kiriye û ji ber liv û tevgera wê ya fedakar tê berdan.   Her çi qas bê gotin rîwayet e jî, lê ev çîroka bav û keçê ji bo wênesazê navdar ê demê Peter Paul Rubens dibe îlham.