Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin 2023-03-02 14:33:35   AMED -  Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê hate kirin. Li gel Gokkan, her wiha girtiyên bi navên Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Berîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Soyler jî hatin sewqkirin.    Hat ragihandin ku Emîne Abîş li gel Gokkan sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatiye kirin lê nayê zanîn bê ka girtiyên din şandine kîjan girtîgehan.