Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin 2023-03-01 16:40:27   AMED - Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û 6 jinên din hatin sewqkirin.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de, bi giştî 7 jin di danê sibehê de ji Girtîgeha Jinan a Amedê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku kesên hatine sewqkirin ev in: “Ayşe Gokkan, Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Berîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Soyler.”    Parêzeran da zanîn ku derheqê miwekîlên xwe de tu agahî bi wan re nehatine parvekirin.