‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’ 2023-03-01 14:56:34   HATAY / EDENE - Jinan, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bajarên hilweşiyayîn û jiyanê, bi piştevaniya jinan dîsa ava bikin.    Jin bi Hev re Bihêz in a Hatayê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Sevgî ya navçeya Defneyê daxuyanî da. Ji Jin bi Hevre Bihêz in Selver Buyukkeleş daxuyanî xwend û da zanîn ku dê bajarên hilweşiyayîn û jiyanê, bi piştevaniya jinan dîsa ava bikin û dê bi tu deveran ve neçin. Buyukkeleş, diyar kir ku ji roja ewil ve saziyên dewletê xelkê herêmê terkî mirinê, sermayê, tî û birçiyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo nixûmandina terkexemiya xwe, hewl didin van tiştên me jiyayîn weke qeder nîşan bidin. Bi vê yekê dixwazin rê li ber hêrsa gel bigirin.”   ‘EM Ê BI PIŞTEVANIYÊ DÎSA AVA BIKIN’   Buyukkeleş, destnîşan kir ku ew îktîdarê ji edaleta mêr a ku her cureyên tundiyê rewa dibîne nas dikin û wiha domand: “Avahiyên ku we bo rantê ava kirin, bûn gora bi hezaran mirovan. Em jin jî dê di nava van xirbeyan de bi têkoşîna xwe, bi piştevanî û serhildana xwe, jiyanê jinûeve ava bikin. Ji bo ku van bajaran bi serhildan, hêrs, cisaret û dilşahiya xwe ava bikin hatine vê derê. Berpirsyartiya ku dewletê li xwe negirtî; me femînîst, sosyalîst û welatparêzan bajar bi bajar, tax bi tax, zanîngeh bi zanîngeh li xwe girt û em li vê derê ne. Em ne dev ji hev û ne jî dev ji têkoşîna xwe ya birêxistinkirî ber didin.”    Bi domdarî Buyukkeleş daxwazên lezgîn ên jinan wiha rêz kir:    *Tevî ku roja 24’an a erdhejê jî ye, hêjta li bajar ceyran û av tune ne. Lewma divê ceyran û avê bidin bajar.    *Nebûna daşir û serşokan ji roja ewil heta niha xetereyê li ser jiyana zarok û jinan çêdike. Divê tavilê li her devera bajar daşir û serşokên paqij û biewle bên danîn. Divê nexweşxane bên avakirin.    *Di vê pêvajoyê de yek ji pêdiviyên bingehîn kîtên hîjyenê ne û divê zêde bên şandin.    *Divê tavilê pirsgirêka konan bê pêşwazîkirin. Her wiha hewceye li hemû navçe, gund û taxan malên prefabrîk bên danîn. Divê qadên me yên jiyanê bêyî xerakirina avadaniya civakî-çandî bên avakirin.    *Bila Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û navendên li dijî tundiyê ku jin tavilê xwe bigihîninê bên avakirin.    *Hewceya bi lez û bez yekîneyên perwerdeyê bên avakirin.    *Divê di zûtirin demê de navên zarokên aqûbeta wan nayên zanîn û cihên wan bên eşkerekirin. Divê zarokên radestî terîqetan hatine kirin jî ji wan bên standin û li cihên biewle bên bicihkirin.    *Avakirina mitbaxên kolektîf, cilşoxaneyên kolektîf pêdiviyeke lezgîn e. Divê kreş û malên nihêrtina kal û pîran bi lezgînî bên avakirin.    *Divê ji bo jinana kon/konteynirê piştgiriya psîkososyal ji bo jinan bê veqetandin.    *Hewceye îktîdara AKP/MHP’ê ku ev erdhej veguherand komkujiyê di zûtirin demê de îstîfa bike û tevî hemû saziyan bên darizandin.”    EDENE    Platforma Jinan a Edeneyê jî bi heman naverokê li Parka Heykelliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin dê bi piştevaniyê bajar û jiyana xwe jinûve ava bikin” hate vekirin û jinan dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Dê diz hesabê bidin gel”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî” berz kirin.    Li ser navê platformê Zeynep Sîncar daxuyanî xwend.