Li Hezexê mirina bi guman a jinekê 2023-01-31 11:16:38   ŞIRNEX - Li gundê Dikiyê yê Hezexê jineke ciwan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Dikiyê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve jineke ciwan a bi navê Elîf Eren duh bi şev ji ber sedemeke nediyar bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Pîştî ku malbata wê pê hesiya û wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.    Hat zanîn ku çend sal beriya niha xwîşka Elîf Eren jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest daye.