Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin 2023-01-25 10:47:49   DENÎZLÎ/ÎZMÎR - Li Denîzlilyê Ummuhan Zerrîn Û. ji aliyê Sînan Û. ve hate qetilkirin. Li Îzmîrê jî Gîzem A. ji aliyê hevjînê xwe K.A. ve hate xwestin bê qetilkirin.    Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê Ummuhan Zerrîn U. (28) ji aliyê hevjînê xwe Sînan Û. ve hate qetilkirin. Piştî êrişê Sînan Û. hate binçavkirin. Cenazeyê Zerrîn Û.’yê jî ji bo kirariyên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê.    ÎZMÎR   Li navçeya Bûca Îzmîrê jî Gîzem A. ji aliyê hevjînê xwe K.A. ve rastî êrişa çekdarî hat. Gîzem A. ya di encama êrişê de giran birîndar bû, ji aliyên tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê, êrişkar K.A. jî ji cihê bûyerê revî.    Xetereya jiyanî ya Gîzem A.’yê berdewam dike.