Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin 2023-01-09 14:49:33   STENBOL - Dîlara Gultay û Cansû Demîrel ên li Stenbolê windayî bûn, li malekî mirî hatin dîtin.    Li navçeya Kartalê ya Stenbolê li malekê Dîlara Gultay (23) û Cansû Demîrel (30) ên winda bûbûn mirî hatin dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Mustafa Payan (24) ê di heman saetê de birîndar bûye çûye nexweşxaneyê û li xwe mikûr hatiye ku du jinan qetil kiriye. Li ser vê agahiyê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyên her du jinan dîtin. Hat zanîn ku kujer Payan ji sûcê “birîndarkirina biqestî” lêgerîna wî hebûye.    Hat zanîn ku malbatên her du jinan rojek beriya bûyerê çûne emniyete û serlêdana windabûnê kirine.