Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin 2022-12-30 09:03:22   RIHA - Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed ragihand ku li Kantona Şehbayê ku 30 hezar kes lê dijîn, ji ber êrişên Tirkiyeyê û ambargoya hikûmeta Şamê di warê peydakirina dermanan, zexîre û ardû de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.    Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de tevî hêzên paramîlîter êrişî Efrînê kiribû. Ji ber van êrişan bi hezaran kes ji bêgavî koçî Şehba, Şera û Şêrawayê kiribûn. Kesên ku koçî Şehba, Şera û Şêrawayê kirin, li vir jî tim bûn hedefa êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Hikûmeta Şamê jî bi salan e ambargo daniye ser herêmê. Ji ber vê ambargoyê li herêmê di warê peydakirina dermanan, zexîre û ardû de zor û zehmetî rû didin.    Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed têkildarî êrişên Tirkiyeyê û ambargoya Şamê de axivî.    Elîf Mihemed   BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRIŞAN   Elîf Mihemed diyar kir ku mirovên li Şehbayê bi komkujiyê re rû bi rû ne û got ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî mirovan terka warên xwe nekiriye û ji bo vegerin Efrînê têdikoşin. Elîf Mihemed bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got: "Bi van êrişan dixwazin gel bêhêvî bikin. Gelê Efrînê bi rojan li dijî 72 balafirên şer li ber xwe da. Gel koçî kampên li Şehba, Şêrawa û Şerayê bûn û ji bo cardin vegere Efrînê li ber xwe dide."    Elîf Mihemed bilêv kir ku li kampan jin û ciwan pêşengiya têkoşîna ji bo jiyanê dikin û got ku lê belê Tirkiyeya ku daye dû "xeyalên osmanîtiyê" dixwaze vê jiyanê belawela bike. Elîf Mihemed wiha axivî: "Li vir, gel dibêjin bêyî welat û azadiyê jiyan nepêkan e. Gelên li vir bi sedan bedêl dane. Bedêldayîn didome. Jin, li Şehbayê li dijî tunekirinê li kolanan bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê dengê xwe radigihînin cîhanê. Dengê gelê Şehbayê dê bigihîje cîhanê. Em ê dawî li polîtîkayên qirêj ên AKP-MHP'ê bînin û wan ji deverên ku dagir kirine derxînin."    Elîf Mihemed destnîşan kir ku dê ambargo û êrişên heyî bi fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin.    DEMSALA ZVISTANÊ Û ZEHMETÎ   Elîf Mihemed diyar kir ku ji roja ku ji Efrînê koç kirine û hatine Şehbayê bi ambargoyekê re rû bi rû ne û got ku bi taybetî 2 meh in ev ambargo dijwartir bûye. Elîf Mihemed wiha domand: "30 hezar kesên li kampê, di şert û mercên dijwar de dijîn." Mihemedê destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re bandora ambargoyê jî zêde dibe û got ku bi taybetî di warê dermanan û zexîre de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.    Elîf Mihemed da zanîn ku ji bo kêmkirina pirsgirêkan li her 5 kampan komun û meclîs ava kirine û rêxistinên mafên mirovan diparêzin da ber rexneyan ku piştgiriya wan nakin.    Elîf Mihemed di dawiyê de da zanîn ku armanca ambargoya li ser kampan şikandina vîna gel e û wiha got: "Ambargoya li ser gaz, mazotê û dermanan bandoreke mezin li extiyar û nexweşan dike. Ji ber vê ambargoyê meheke dibistanên li kampan nikarin perwerdehiyê bidomînin. Em bi ambargoyeke hovane re rû bi rû ne. Di warê gaz, mazot û dermanan de zor û zehmetî hene."    Elîf Mihemed destnîşan kir ku lê tevî hemû şert û mercan jî dê dest ji berxwedanê bernedin û wiha bang kir: "Kesên mafên jinan, ekolojî, mafên zarokan û mirovan diparêzin, divê li dijî vê komkujiyê û van mirinan rabin."    MA / Mujdat Can