‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’ 2018-03-29 09:18:12   STENBOL – Parêzer Buşra Ozbîçer, diyar kir ku careke din li Nevîn Yildirimê birîna cezayê muebetê, biryareke ne munferît e û got: “Cezayê hat dayîn, careke din rûyê mêr nîşanî me da. Çîroka Nevînê ne çîrokeka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye. Nevîn hîn jî jiyana xwe diparêze.”    Li navçeya Yalvaç a Ispartayê, mêrê bi navê Nûrettîn Gîder, Nevîn Yildirimê îstismar dikir û Yildirim ji neçar ma ku Gîder bikuje. Ji ber vê cezayê muebetê li Yildirimê hatibû birîn. Piştî ku Daîreya Ceza ya 1’emîn a Dadgeha Bilind ev biryara cera kir, Yildirim ji nû ve hat darizandin. Lê belê dîsa cezayê muebetê lê hat birîn. Jin û rêxistinên jinan bertek nîşanî vê yekê dan. Parêzer Buşra Ozbîçer ku ji destpêkê ve doza Nevîn Yildirimê dişopîne, biryara ku hatiye dayîn nirxand.    Ozbîçer diyar kir ku hin jinên ku rewşa wan wekî ya Nevîn Yildirimê ne, piştî parastina jiyana xwe hatine berdan, lê belê her çend hejmara wan kêm be jî ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ozbîçer helwesta darazê ya li hemberî mînakên bi vî rengî wiha nirxand: “Di nav van jinên hatine berdan de kesên ku dosyeyên wan bi encam nebûne û beraet nestendine jî hene. Helwesta darazê ya der barê jinan de, ji pîvanên norma ehlaqî yên niha em bi wan re rû bi rû ne ne xalî ne. Şideta mêrî li dadgehan jî rûyê xwe nîşanî me dide. Rewşa ruhî ya jina ku bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimîne nayê fêmkirin. Dadgeh dibêjin li holê cinayet heye û cezakirinê hildibijêrin. Îtbarê bi gotegotên gundîkî tînin. Delîlên der barê muwekîl de nayên komkirin, lêkolînên baş nayên kirin. Hikmên şahidan ên li hev dernayên esas tên girtin. Dozgerî û heyeta dadgehê xespkirina vîna Nevînê, bêalternatîfhiştina wê esas negirt. Halbûkî di pergala serdestiya mêrî de ku jin bi şideta mêrî re rû bi rû dimînin, hemû parastinên jiyanê yên jinên ku şideta ku veguheriya sazûmaniyekê red dikin, rewa ne û divê bermaberiya vê necezakirin be.”    'ÇÎROKA EVÎNÊ NE ÇÎROKA LEHENGÎTIYÊ, ÇÎROKA BERXWEDANÊ BE’    Ozbîçer, bi lêv kir ku dema li kursiya bersûc mêr hebe, dadgeh di warê necezatiyê yan jî daxistina ceza de pir comerd tev digerin û got: “Cezakirina jinên ku li dijî civaka serdest a mêr ku jiyaneke tebatî li jinan ferz dikin derdikevin, rûyê rasteqîn ê darazê nîşan dide. Wisa difikirim ku armanca vî cezayî di heman demê de ji b pêşerojê ye jî. Nîşan dide ku daraz ne li hêla jinê ye. Derketina derî xeta ku li jinê tê ferzkirin tê astengkirin. Bêyî ku dûzena nêrza bê xirabkirin, berdewamiya vê yekê tê xwestin. Jixwe têkoşîna me jî ji bo rûxandina vê bîbiriyê ye. Em dizanin ku ev biryara ne munferît in. Ji ber vê ye ku têkoşîna jinê û cinayetên jinê polîtîk in. Xweparastin jî mafek e. Li dijî şideta mêrî em hewl didin ku piştevaniya jinê xurt bikin. Em tim dibêjin, ji ber ku mêrê şidetê dike nayê astengkirin, jin ji bo parastina xwe ji mecbûrî serî li şidetê dide. Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye.”    Her wiha Ozbîçer diyar kir ku biryara hatiye dayîn ji bo wan ne biryaree suprîz bû, lê belê ew ê dîsa dosyeyê bişînin Dadgeha Bilind û ew bawer dikin ku wê ev hikma ku ne li gor usûlê hatiye dayîn bê xerakirin.    Herî dawî Ozbîçer, diyar kir ku wê bi parêzerên ku bi Yildirimê re hevdîtin çê kirine axiviye û ji ber ku jin piştevaniya wê dikin moralê Yildirimê baş e. Ozbîçer got: “Di hundur de dibistana seretayî û lîseyê qedandiye û niha jî amadekariya zanîngehê dike. Xwedî li jiyana xwe dderdikeve. Hêvîdar e ku wê wê dadgeha bilind vê biryarê xera bike.”    MA / Necla Demir