Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel 2022-12-14 09:02:34   ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeyên derketina derve de, di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, têkoşîn û berxwedaneke mezin li pey xwe hişt.    Di 12'ê tebaxa 2015'an de ji cihên ku Rêveberiya Xweser lê hatin îlankirin, yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Bi îlankirina Rêveberiya Xweser re, dewleta tirk bi tank û topan navçeyê dorpêç kir. Li navçeyê ewilî di 4'ê îlonê de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di qedexeya ewilî de ku 9 rojan dewam kir, jin, pitik û extiyar jî di nav de bi giştî 21 kes hatin qetilkirin. Li navçeyê ku li taxên wê qedexeya derketina derve hat ragihandin, ji aliyê dewletê ve depoyên avê hatin teqandin, ceyran birîn û ji hemû mafên rewa bêpar hatin hiştin. Di 14'ê kanûna 2015'an de jî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di dema vê qedexeyê de ku 79 rojan dewam kiri û di 2’yê adara 2016’an de bi dawî bû, 288 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van 288 kesan 177 kes di jêrzemînên avahiyan de bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Ji kesên ku pêşengiya vê pêvajoyê kirî, heta dawiyê li ber xwe da û di oxira wê de jiyana xwe ji dest da yek jê Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû.    SERÎ LI BER TUNDIYÊ RADIKE   Yuksel, di sala 1971'ê de li gundê Odulê yê navçeya Qilebana Şirnexê wekî zaroka duyemîn a malbatê ji dayik dibe. Yuksel ku di nava civakeke feodal û gotina jinê tune dihat hesibandin de mezin bû, di 19 saliya xwe de tê zewicandin. Piştî çend salan bi navê Şivan û Jiyan 2 zarokên wê çêdibin. Di heman demê de birayê Yuksel ê bi navê Necmettîn Urun jî di sala 1995'an de ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Hevjînê Yukselê, Mehmet Yuksel ku di TEDAŞ'ê de dixebitî, ceryan pê digire û jiyana xwe ji dest dide. Yuksel ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tevî 2 zarokên xwe jiyana xwe didomîne. Yuksel ji bêgavî tevî du zarokên xwe li gel malbata xwe dimîne.    DAXILÎ NAVA XEBATÊN SIYASÎ DIBE   Ferdên malbatê yên ku dibêjin Asya "jinebî ye divê bizewice", Yukselê bi kesê bi navê Şukru Urun, xizmê hevjînê wê, didin zewicandin. Asya Yuksel di zewaca xwe ya duduyan de ji warê xwe dûr dikeve û diçe Stenbolê. Di zewaca xwe ya duduyan de salekê rastî tahdeya Şukru Urun tê. Yuksel êdî zewaca bi vî kesî re hew deyax dike û dest jê berdide. Piştî zewaca duduyan lêgerîn û rêwîngiya Yukselê ya ber bi heqîqetê ve dest pê dike. Yuksel, di salên 2000'î de li Qilêbanê bi avakirina DEHAP'ê re dest bi têkoşîna xwe ya siyasî dike. Di pêvajoya salên 2000'î de ku cînayetên kiryar nediyar çêdibûn û bi kuştinê gef dihatin xwarin, Yuksel mal bi mal digeriya û jin bi rêxistin dikirin da ku êdî tu jin rastî tahdeya mêran neyên. Yuksel, piştre bi awayekî çalak tev li xebatan dibe û li bajarên wekî Sêrt, Êlih û Amedê di çarçoveya xebatên partiyê de xebatên xwe didomîne. Yuksel ku li her derê bi kenê xwe û sekna xwe ya dilnizmî bandorê li mirovan dike, axirê vedigere warê xwe û berê xwe dide Cizîrê. Di sala 2015'an de, bi ragihandina Rêveberiya Xweser re Asya Yuksel û Mehmet Tûnç wekî Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê tên hilbijartin. Yuksel, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de, di jêrzemînan de ew û hevrêyê xwe Mehmet Tûnç tevî 177 kesan tên qetilkirin.    TU DER NEMAYE KU NEÇÛYÊ   Abdulkerîm Urun (80), bavê Asya Yuksel a ku di oxira jiyaneke azad de li gel bi sedan kesan li Cizîrê jiyana xwe dest da û tev li nava karwanê nemiran bû, behsa keça xwe kir. Bav Ûrûn diyar kir ku Asyayê tiştê ku pê bawer bûye daye dû wê û wiha axivî: "Asya li gundê me Odunê ji dayik bû. Piştî mezin bû, me ew zewicand. Piştî 2 zarokên wê çêbûn, hevjînê wê jiyana xwe ji dest da. Paşê bi çend salan ew û zarokên xwe li gel me man. Piştre zilamek hat û xwest ku bi Asyayê re bizewice, me jî ew pê re zewicand. Mala wî li Stenbolê bû. Tu xêr ji vê zewaca xwe ya duduyan nedît û her roj rastî tahdeyê dihat. Piştî ragihandina vê mijarê, partiya DEHAP'ê dest diavêje ser mijarê û ji Asyayê re dibêjin, 'divê ku tu vî zilamî berdî.' Wê jî ev biryar pejirand û dest ji wî berda. Piştre hat gel me. Çawa hat, daxilî nava partiyê bû. Li wir di nava baskên jinan de cih girt. Piştî ku beşdarî partiyê bû, her roj diçû tev li xebatan dibû. Piştî ku çalak bû jî derbasî Amedê bû. Salekê li Amedê ma. Ji Amedê derbasî Êlihê bû û ji wir jî hat Şirnexê. Tu der nema ku Asya neçûyê. Li her derê geriya."   BI YA XWE KIR   Urun diyar kir ku tu zarokên wî naşibin Asyayê û wiha dom kir: "Min tu kes bi qasî Asyayê zana û birêxistinkirî nedîtibû. Wekhev nêzikî her kesî dibû. Keseke ku ji wê hez nedikir nebû. Asya miroveke gelek welatparêz bû. Cizîr hemû di destê wan de bû. Tu carî nedihat malê. Ji ber ku her tim di nav xebatan de bû, me rûyê wê nedidît. Min nedixwest bixebite. Min ji wê re mezelek veqetandibû. Min ji wê re got, 'ev mezel a te ye, li vir bimîne, li vir hevserokatiya partiyê bike.' Lê guh neda min  û bi ya xwe kir. Çû derve û malek nema ku neçûyê. Di dawiyê de, di oxira tişta baweriya xwe pê anîbû, canê xwe da. Di jêrzemînên Cizîrê de li gel hevrêyê xwe Mehmet Tûnç jiyana xwe ji dest da."    'ROJEKÊ TENÊ JÎ NESEKINÎ'   Asya Yuksel ku tê diyar kirin di bin bandora welatpareziya dayika xwe Emîne Urunê de maye 4 sal berî niha dayika wê jî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Dayika wê Emîne Ûrûn, di sala 2016'an de di hevpeyvînekê diyar kiribû ku keça wê keseka welatparêz bû û wiha gotibû: "Asya bi kesayeta xwe ya welatparêziyê dest bi têkoşînê kir. Ji bo axa xwe rojekê jî nesekînî. Mala xwe jibîr kiribû û tev li nava xebatan bûbû. Heta demekê ji ber xebatan nehat malê. Rojekê ez lê geriyam, min got, 'tu dê kengî bê malê, me beriya te kiriye.' Ji min re got, 'Yadê ew rêya ku ez tê de dimeşim, ji wê rêya ku ez ber bi te ve bêm dirêjtir e.' Min jî ji wê re got, 'Min tu mezin kirî û heta vî temenî anî.' Ji min re got, 'Yadê ev rê rêya herî pîroz e.' Hewce nake ku ez behsa Asyayê bikim, her kes Asyaya min nas dike."    'EZ Ê HESAB BIPIRSIM'   Dayik Urunê di berdewama axaftina xwe de gotibû ku heta sax be dê hesabê ji vê dewletê bipirse û wiha digot: "Heke emrê min têr bike, ez ê heta Ewropayê jî biçim û doza heqê keça xwe bikim. Ez ê ji leşker, polîs, dozger, serok û serokwezîrên wan hesab bipirsim. Ez heta dawiyê dozdar im. Keça min bê çek bû. 45 salî bû, 2 zarokên wê hebûn. Keça min qetil kirin, nîşanî min nedan."