Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin? 2022-12-08 12:20:30   AMED - Bavê Meryem Sevîm a ji aliyê Mûsa Sevîm ve hate qetilkirin, Halît Sevîm bal kişand ku kujer 26 roj in hêj nehatiye girtin û diyar kir ku diyar kir ku têkiliya di navbera bikaranîna gumanbar a weke şahidê veşartî ya di gelek dosyayan de ji aliyê polîsan ve û negirtina wî, wan dide fikirandin.     Meryem Sevîm a 21 salî di 12'ê cotmehê de li navçeya Payas a Amedê dema li kafeyekê rûdinişt di êrişeke çekdarî de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Kujer Mûsa Sevîm (24) piştî cînayetê reviya. Hat îdîakirin ku gumanbar Mûsa Sevîm ê di dosyayên dozê yên li dijî siyaseta kurd de ji aliyê polîsan ve weke şahidê nepen tê bikaranîn, li navçeya Licê ya ku di nava sed mîtroyan de qereqol hene xwe veşartiye. Parêzerên ku mijarê dişopînin, diyar kirin ku heta niha di dosyayê de tu geşedan nînin.    Bav Halît Sevîm ê bertek nîşanî negirtina bersûc dan wiha axivî: “Di dosyayê de tu geşedan nînin. Faîl hêj nehatiye girtin. Em nizanin di navbera şahidê nepen û girtina wî de têkiliyeke çawa heye û ev rewş jî me dide fikirandin. Weke hemû malbatên ku zarokên xwe windakirine, girtin faîl a demildest biçek jî be wê êşa me kêm bike.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Xwişka Sevîm, Rozerîn Sevîm jî bal kişand ku kujerên jinan serbest diğerin û bê ceza tên hiştin û wiha got: “Mûsa Sevîm ê xwişka min qetil kir hêj nehatiye girtin. Em bi rojane li bendê ne ku ceza bigire. Faîlên hemû jinên li Tirkiyeyê tên kuştin tên berdan. Faîl ceza nagirin. Hema bêje mehek çêbû lê hêj Mûsa Sevîm nehatiye dîtin. Di dosyayê de geşedanek nîne. Dê heta ku derê bimeşe ev polîtîkaya bêcezatiyê. Em dizanin ku faîl xwe veşartî ye. Bila kujer demildest bê dîtin û cezakirin. Daxwaza me ev e.”   MA / Zerrîn Sargût