‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’ 2022-12-08 10:38:36   WAN - Ji damezrînerên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re destkeftiyên jinan 50 sal paş ve çûn.    Komeleya Şopandina Newekheviya Zayendî (CEID), Rapora Şopandina Nwekheviya Zayendî eşkere kir. Li gorî raporê bi tayînkirina qeyûmê li Wanê gelek destkeftiyên jinan ji holê hatine rakirin. Qeyûm komele, sazî û rêxistinên jinan girtin û hemû mekanîzmayên ku jin li dijî şîdetê serlêdan bikin ji holê rakirin, jin bi vî rengî mehkûmî mekanên tundiyê hatin kirin.    Ji damezrînerên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a sala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin Zozan Ozgokçe polîtîkayên qeyûm nirxand û got: “Bi tayînkirina qeyûm re destkeftiyên jinan 50 sal li paş ketin.”    ‘HEMÛ SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN’    Ozgokçe da zanîn ku bi KHK’iyan Komeleya Jinan a Wanê û Navenda Jin û Zarokan û saziyên jinan ên girêdayî şaredariyê hemû yek bi yek hatin girtin û got: “Hemû sazî û dezgehên girîng ên ku xizmeta bo jinan û zarokan dikirin hatin girtin. Tevahiya xebat û saziyên jinan hatin krîmînalîzekirin. Piştî girtina saziyên jinan hemû xebatên jinan hatin fîşkirin. Xwestin bi girtina sazî û dezgehên jinan re jinan hefsî malê bikin û muhtacî dewletê û îktidara xwe bikin.”    CIHÊ BIEWLE TUNE NE    Ozgokçe destnîşan kir ku qeyûm ji bo jinan tu xebatek bi ewle nake û bi rê ve nabe û li bajêrên qeyûm hatine tayînkirin ji bo jinan tu qadek bi ewle tune ye. Ozgokçe anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm re xwestin îradeya jinan bê şikandin û li ser her maf û destkeftiyên jinan êriş û zext hene.    ‘CIHÊKARÎ LI JINAN TÊ KIRIN’    Ozgokçe diyar kir ku jinên kurd bi gelek cudakariyan re rûbirû dimînin û hem di jiyana kar de hem jî di nav malbatê de pirsgirêkên wan ên cidî hene û wiha got: “Jinên kurd di rewşa feqîr û xizanan de dijîn. Dema qeyûm hatin tayînkirin, me got, ‘Wan ji bo jinan herî kêm 50 sal paş ve çû’. Ji ber ku bi tayînkirina qeyûman hemû destkeftiyên me ji destê me hatin girtin. Di destpêka salên 2000’î de li bajêr mêvanxane tune bûn, lê me jinan bi têkoşînê mêvanxane vekir. Heke em li qanûnan binêrin divê li Wanê herî kêm 10 stargeh hebin lê tune ne. Yên heyî jî ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. Divê ev pergal bê guhertin.”    MA / Bêrîvan Kûtlû