Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye 2022-12-01 14:35:07   ANTALYA - 40 jinên ji ber li Antalyayê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tev li meşê bûbûn, hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hate vekirin, diyar kirin ku çalakiya wan rewa û qanûnî ye û anîn ziman ku rastî tundiya polîsan hatin.     Derbarê 40 jinên ku di meşa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Platforma Jinan a Antalyayê bi lêdana polîsan hatibûn binçavkirin de bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan, li dar xistin, bi rêvebirinê” doz hatibû vekirin.  Danişîna ewil a doza derbarê jinan de hatiye vekirin li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hate lidarxistin. Di danişînên de jinên ku negirtî tên darizandin û parêzerên wan amade bûn.    Parêzeran bertek nîşanî hebûna polîsan a li eywana dadgehê dan û xwestin ku polîs ji eywanê bên derxistin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û polîs ji eywanê derxistin.    RAPORA KESÊ PISPOR   Danişîna ku bi tespîta nasnameyan û xwendina kurteya îdianameyê dest pê kir, rapora çareseriya vîdeoyê ya der barê bûyerê de ji aliyê kesêpispor ve hat amadekirin li dosyayê hat zêdekirin.    Dû re parêzer Aylîn Onûrsev parastin kir û xwest bêyî ku parastina jinan bê giritn hemû demildest bên beraetkirin. Parêzerên din jî ji bo muwekîlên xwe daxwaza beraetê kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir.    ‘POLÎSAN TUNDÎ LI ME KIR’   Jinan jî sûcdariyên li wan tên kirin qebûl nekirin û anîn ziman ku di çalakiyeke rewa û qanûnî de polîsan tundî li wan kir. Dadgehê piştî parastinan, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 26’ê nîsana 2023’yan kir.