Jin li dijî tundiyê serî natewînin 2022-12-01 10:57:37   STENBOL - Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin.    Jinên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Dijî Jinê ya Navneteweyî de li Stenbolê bi taybetî li Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê li gelek cihan bi dirûşmeya “Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin. Em dev ji jiyana xwe bernadin” derketin qadan, wekî salên borî careke din rastî tundiya polîsan hatin. Ji jinên ku bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li dijî her cure tundiyê derketin qadan herî kêm 209 jê hatin binçavkirin. Jinên pişt re hatin berdan, duh li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin gelhev, giliyê polîsan kirin.    ‘EM JI QADAN DERNEKETIN’   Ji Tora Parastina Jinê Ruya Kûrtûlûş anî ziman ku tevî tundiya polîsan jinan di 25’ê mijdarê de qad terk nekirin û wiha got: “Tevî dorpêç û artêşa polîsan me biryara qedexeyê nas nekir û meşa xwe li dar xist.” Kûrtûlûş, bi lêv kir ku xwestin ku tundiyê şermezar bikin lê rastiyê tundiyê hatin û da zanîn ku di pêvajoya binçavkirinê de heta îfadeyên hevalan hatin wergirtin kelemçe nehatin derxistin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ    Kûrtûlûş, destnîşan kir ku AKP li dijî jinan “polîtîkayeke dijminane dişopîne” û wiha berdewam kir: “AKP hewl dide jinên serî netewînin asteng bike û zextê li wan bike. Lê ev teqez bi tundiya polîsan çênabe. Em ji vir radigihînin ku em ê li dijî tundiya polîsan li welat têkoşînekê bidin destpêkirin. Em bang li hemû beşên civakî û rêxistinên muxalefetê jî dikin ku di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser xwe.    ‘EM HÊZA XWE JI YEKITIYA XWE DIGIRIN’   Endama Platforma 25’ê Mijdarê Ferîde Eralp jî bi lêv kir ku di tundiya polîsan de pêvajoya “konsepteke nû” dest pê kiriye û wiha got: “Desthilat tehamula îtîrazeke herî biçûk jî nake. Li dijî tundiya polîsan tişta herî girîng em bikin ew e ku em qelebalixiyê berdewam bikin. Ji ber ku em hêza xwe ji yekitiya xwe digirin. Gelekî girîng e ku em vê ji bîr nekin.”   BANG LI JINAN KIR   Eralp, bi lêv kir ku deng derxistina jinan a bi hev re rejîmên zordar û dîktator tirsandin û bal kişand ser serhildana jinan a li Îranê. Eralp, bi lêv kir ku pergala serwer a zilam ji bo mayîndebûna xwe biparêze, dest ji tundiyê bernade û ev bang kir: “Divê herkes li dijî tundiya polîsan a 25’ê mijdarê derkeve. Ne tenê jin divê parlamenter, baro, sendîka, odeyên pîşeyî û hemû civaka ji vê rewşê aciz divê li dijî tundiyê derkeve. Werin em bi hev re giliyê vê tundiyê bikin û rê nedin ku tundî asayî bibe.”   TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ    Parêzer Yelda Koçak jî binpêkirinên ku roja binçavkirinê qewimîn rêz kirin û wiha got: “Me hewl da dengê xwe ji baroyan re ji yekitiya baroyan re ragihînin. Me got belku tiştek bibe em sekinîn. Muwekîlên me yên hatin binçavkirin hatin derbkirin û bi kelemçeyên bi paş ve bi saetan di nava wesatîtan de hatin sekinandin. Agahî nedan ku muwekîlên me birine kîjan nexweşxaneyê. Lîsteyên ku çend kes hatine binçavkirin nehatin aşkerekirin. Aşkerekirina lîsteya rast, ji bo kontrol bike ka di bin çavan de windahî heye an na gelek girîng e. Di 25’ê mijdarê roja tekoşîna tundiya li dijî jinê de em rastî tundiyeke zêde ya mêr-dewletê hatin. Tevgera jinê ku muxalefeta herî xurt a vî welatî ye, wê hesabê vê tundiyê bide û em ê şopdarên wê bibin.”   MA / Esra Solîn Dal