Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin 2022-11-25 22:20:40       ŞIRNEX- KESK’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de panel li dar xist. Di panelê de li ser polîtîkayên tundiyê û bêcezakirinê hat sekinandin û hat gotin ku dê jin li hemû qadên jiyanê bitêkoşin.   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Şi Ser Jinê li Şirnexê li avahiya Egîtîm-Sen a Şaxa Şirnexê panelek li dar xist. Sekretera Jinan a Egitim- Senê Mihrîban Şenbayram moderotiya panelê kir û Cîgira Serokê Baroya Şirnexê Aycan Îrmez û aktîvîsta Egîtîm Senê û dîroknasa hunerê Sureyya Denizci Akgul jî wekî panelîst tevlî panelê bûn.    Cîgira Serokê Baroya Şirnexê Îrmezê di panelê de li ser polîtîkayên tundiyê û bêcezakirina kiryarên jinan sekinî û got ku jin wê têkoşîna hiqûqî li her hemû qadên jiyanê bidomînin. Pişt re Sureyya Denizcî Akgul axivî. Akgulê behsa dîroka têkoşînê ya feminîzmê kir û got ku jin di her serdemê de li dijî zîhniyeta zilamê serdest têkoşiyane.    ‘KAPÎTALÎZMA BAVIKSALARÎ DI ALOZIYÊ DE YE’   Piştî nirxandinan jinan daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmetê gelên Tirkiyeyê ber bi nava aloziyekê ve dehf dane û yên ku herî zêde ji vê yekê zirarê dibînin jî jin in û wiha hat gotin: “Kapîtalîzma baviksalarî di nava aloziyê de ye. Şeran dimeşîne, xwezayê talan dike, hewl dide ji krîzê derkeve û ji bo vê jin, zarok, kedkar û gelan dikişîne nava çerxa îstîsmarê ku roj bi roj zêde dibe. Desthilatdariya AKP’ê bi gotinên ku civakê polarîze dike lezê dide polîtîkayên şer û nîjadperestiyê. Êrîşên wan ên li ser Bakurê Iraq û Rojavayê encama van polîtîkayan e. Di van şert û mercan de ku bêkarî û xizanî zêde dibe û qeyrana aborî kûrtir bûye, çavkanî û bûdçeya welat ji bo polîtîkayên ewlekariyê û şer vediqetînin. Ji şer re na, aştî niha.”