Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e 2022-11-23 13:11:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Kongra Star diyar kir ku şoreşa wan her roj rastî êrişên cuda tê û wiha got: “Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinan pêk bînin. Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e.”    Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji ewil hemû jinên têkoşer û şoreşger ku di hundirê malan de, li kolanan, li zindanan û di çeperan de ji bo azadiyê berxwe didin hatin silavkirin û wiha hat gotin: “Bi taybet jî silavên xwe yên germ ji jinên rojhilatê Kurdistanê, Belûcistanê û hemû jinên Îranê re ku zêdetirî 2 meh in bêhempa di bin dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' de destana berxwedanê dinîvisin, dişînin. Dîsa hemû jin, ji Kurdistanê heta Efxanîstanê, ji Meksîka heta Hindistanê, ku di encamê tundiya zilam-dewlet jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin.”   Kongreya Star bi domdarî diyar kir ku tundiya li ser jinê, çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamperest digre û ev tişt parve kirin: “Di heman demê de hemû cureyên din yên tundî, ji kedxwarî bigre heta dagirkerî, ji koletî heta komkujiyan, bi desthilatdariya li ser jinê pêşketin. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî tundî li ser jinê lazim e hişmendiya zilamperest hedef bigre. Di heman demê de lazim e dewlet ku sazîbûna herî kûr a sîstemê baviksalarî ye wek qilafeta herî xurt ku tundî li ser jinê ji nû ve ava dike, bê dîtin û pê re têkoşîneke radîkal bê meşandin.   Ev hişmendî di roja me ya îro de li seranserî cîhanê di nav hemleyeke nû de ye. Sîstema zilamperest û bîrdoziya wî ya zayendparêzî şereke taybet li ser jinan didin meşandin. Di vê çarçovê de hewl didin destkeftî û mafên jinê ku di encamê têkoşînê hatine stendin ji destê me derbixin, tevgerên jinê tesfiye û entegreyî sîstemê bikin, berxwedanên jinê bê pêşeng bihêlin û wiha tune bikin.   FORMÛLA EFSÛNDAR A ŞOREŞA JINÊ   Êrişên sîstema zilamperest ku di roja me ya îro de di asta şereke sîstematîk tên meşandin rastiyeke din ji me nîşan dikin; ev jî derfeta pêkanîna şoreşa jinê û tirsa pergala zilamê serwer-dewlet li hemberî vê. Qonaxa me şoreşa jinê ferz dike. Ji şoreşa Rojava heta serhildana Rojhilat û gelên Îranê ev rastî ji Kurdistanê belave hemû cîhanê dibe. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di heman demê de formula efsûndar a şoreşa jinê ye. Wateya wê azadkirina jiyanê bi pêşengtiya jinê ya ku xwe dispêre hişmendiya azadiyê, rêxistinbûyîna xweser û hêza xweparastinê.   BI TESFIYEKIRINA JINA PÊŞENG DIXWAZIN VÎNA GEL TUNE BIKIN    Şoreş, bi rojeke sînordar nîne. Şoreş tê wateya pêvajoyeke têkoşînê ya bêhempa. Şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûreyeyê jî di vê çarçovê de hin temam nebûye, berdewam e. Şoreşa me rojane bi êrişên cuda rû bi rû dimîne. Di serî de dewleta faşîst û dijminê jin a tirk bi armanca tesfiyekirina şoreşa me êrişên qirker di asta şereke berfireh dide meşandin. Di herêmên bin dagirkeriyê de qirkirina jinê pêk tîne. Di êrişên xwe yên îmhayê de bi taybet pêşengtiya jinê hedef digre. Ji ber ku di zanebûna rola pêşengtiya jinê di hundirê şoreşê de ye, hewl dide bi rêya tesfiyekirina hêza pêşeng a jina rêxistinbûyî vîna azadiyê gelê me tune bike.   Di heman demê de dij-hemleya zayendparêzî ya ku di asta cîhanê de ji aliyê sîstema zilamê serwer-dewlet tê bilind kirin herêma me jî bandor dike. Bîrdoziya zilamê serwer dixwaze di mekana şoreşa jinê de dij-şoreşek pêk bîne. Hegemonyaya kûrewî ya modernîteya kapîtalîst di aliyeke de ji ber vê pêşiya êrişên li ser herêmê me vedike, weke herî dawî di êrişên dewleta dagirker a tirk di 20'ê mijdarê de hate dîtin û bi xwe jî êrişên civakî, aborî, siyasî û îdeolojîk pêş dixîne. Yek ji sebebên mutleqkirina sîstema tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê li ser Rêber Apo wek xwediyê formula ‘Jin, jiyan, azadî’ jî ev e.   A GIRÎNG KÛRKIRINA HIŞMENDIYA AZADIYA JINÊ YE    Wek Kongra Star em hemû cureyên tundiya li ser jinê, çi ya hêzên dewletê çi ya zîhniyeta zilamperest di hundirê civakê wek êrişên li dijî şoreşa jinê dibînin. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî tundî li ser jinê di çarçoveya parastina şoreşa jinê bi dest digrin. Parastina şoreşa jinê tê wateya bilind kirin û mezin kirina rêxistinbûyîna jinê. Tundiya dewlet û hişmendiya zilam li ser jinê tenê bi qanûn nayê tunekirin. Ya girîng kûrkirina hişmendiya azadiya jinê li hemberî hişmendiya zilamê serwer, xurt kirina rêxistinbûyina xweser a jin û hêza xwe parastinê.   Helwest û bersiva me wek Kongra Star li hemberî hemû cureyên tundiya li ser jinê jî ev e. Li dijî her êrişek li ser rastiya şoreşa jinê em ê rêxistinbûyîna xwe hin xurttir bikin. Parastina şoreşa jinê tê wateya têkoşîneke radîkal û bêhempa li dijî hemû îfadeyên hişmendiya dewlet-zilamê serwer. Em pêşengê vê têkoşînê şoreşgerî ne. Em şopdarên şehîdên azadiyê ne. Em lêgervanên jiyanê azad di ronahiya felsefeya heqîqatê Rêber Apo ne.   EM Ê DUYEMÎN ŞOREŞA JINAN PÊK BÎNIN   Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinê pêk bînin. Bi xurtkirina pêşengî, birêxistinbûn û hêza xweparastina jinê em ê sedsala 21'ê veguherînin qonaxa azadiyê jin û gelan. Îdîaya me mezin e, hêviya me xurt e, baweriya me qasî rojê ronî ye.   LAZIME YEK JINA BÊRÊXISTINKIRÎ NEMÎNE   Bi vê helwestê têkoşînê em bang dikin li hemû jinan ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin. Lazim e yek jin jî bê rêxistin nemîne. Ji ber ku di roja me ya îro de birêxistinbûyîn ji me hemûyan re weke nan û av pêwîst e. Em di qonaxeke wiha de derbas dibin. Derfetên avakirina jiyaneke azad ji her dem xurttir in. Lê di heman demê de xetere li ser têkoşînên jinan jî pir mezin e.   Bi armancê beralîkirina hemû xeteriyan û nirxandina derfetên zêrîn ji bo têkbirina sîstema zilamperest em têkoşîna xwe li hemberî hemû cureyên tundî ya dewletê û hişmendiya zilam bilind dikin. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî pêşengiya xwe di nav pêvajoya avakirina konfederalîzma demokratîk a jinên Rojhilata Navîn û cîhanê xurt bikin. Bi mîsoger kirina şoreşa jinê sedsala xwe bikin qonaxa azadiya jinê."