Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin 2022-11-23 09:02:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê jinên êzidî ku di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de mal bi mal digerin û jinan birêxistin dikin diyar kirin ku jin bi fikra Ocalan xwe birêxistin kirine û gotin: "Kesên ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin."   Li Şengalê jinên êzidî ku heta niha rastî 74 fermanan hatine, bi xwerêxistinkirinê bersiva qirkirin, tunehesibandin û êrîşên ji derve didin. Jinên êzidî, ji qada leşkerî heta qada siyasetê li her qadên jiyanê li dijî her cure tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Îsal jinên êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) starta 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi dirûşmeya, "Jin, Jiyan, Azadî" dan. Jinên êzidî heftaya 25'ê Mijdarê di nêvengeke çewisîner û êrişkar de pêşwazî dikin. Lê belê tevî hemû êrîşan jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Der barê xebatên 25'ê Mijdarê û tundiya li ser jinê de endamên TAJÊ ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   'BI FIKRA OCALAN BIRÎNÊN XWE DERMAN DIKIN'   Ji Koordînasyona TAJÊ Neam Bedelê diyar kir ku ew li herêmê li dijî her cureya tundiya zilamsalarî û dewleta desthilatdar têdikoşin û wiha axivî: "Em ê di 22'yê mehê de li dijî tundiya li ser jinê semînerekê li dar bixin. 25'ê mehê jî wê meşeke me ya girseyî çêbibe. Niha jî em li her derê xebatên xwe didin meşandin. Hezar sal beriya niha jin ji civaka xwe re û gelê re pêşeng bû. Lê belê zilm li wan hat kirin. Divê tu ferq û cudahî di navbera jinan û zilaman de nebe. Ji bo vê jî em têdikoşin. Em dixwazin wekhevî hebe. Ji bo jin û zilam bi awayekî wekhev bixebitin û civakê bi hev re bi rê ve bibin, em têdikoşin. Di navbera jin û zilaman de cudahî tune ye. Ji bo ev wekhevî bê avakirin, divê jin li ber xwe bidin û azadiya xwe bi dest bixin. Heta jin azad nebe, li ku derê dibe bila bibe em ê têbikoşin. Ji fermanê vir ve jin li ber xwe didin. Ji ber ku li vir fikra Rêber Apo hat çandin. Jin li hemberî hişmendiya zilamî xebatê didin meşandin û li hemberî hişmendiya dewletê têdikoşin. Jinên êzidî careke din serê xwe natewînin. Kesê ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin. Jinên Rojhilat navê xwe di dîrokê de nivîsandin. Ev 3 meh in li Rojhilatê Kurdistanê jin li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin; jin, jiyan, azadî. Jin li ku bin, ji kîjan zimanî, ji kîjan olî û ji kîjan fikrî bin divê rabin ser pêyan û li ber xwe bidin."   'HETA EM WAN RIZGAR DIKIN EM Ê BITÊKOŞIN'   Endama TAJÊ Suriye Xelefê jî bi lêv kir ku jinên êzidî li dora fikir û felsefeya Ocalan xwe birêxistin dikin û wiha got: "Hûn çi qasî bixwazin jinên êzidî zor û zehmetî dîtin. Jinên êzidî bi tu awayî nedihatin qebûlkirin. Keçikên êzidî di 9 saliya xwe de li xwe mehr dikirin. Me bi çavên xwe gelek zor û zehmetî dîtin. Çi qasî ji destê me jinên êzidî bê divê ku em xwe birêxistin bikin. Şerma xwerêxistinkirinê tune ye. Tişta şerm serîtewandin e. Hê niha jî gelek jinên êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne. Ji bo em van jinan rizgar bikin û azad bikin em ê têbikoşin. Me xwe birêxistin kir. Jinên êzidî ku nedikarîn heta sûkê jî biçin niha dikarin biçin her derê û heqê xwe dixwazin. Ev fikr jî bi saya birêz Ocalan li vir şîn bû. Her bîjî ji wan jinan re ku li dijî zilamê serdest li ber xwe didin. Divê jin li her derî li ber xwe bidin. Divê jin xwe nas bikin. Divê ew rojên fermanê ji bîra wan neçe û bi wê zanistiyê xwe birêxistin bikin. Divê jin li hemberî tu kesî serê xwe netewînin û xwe birêxistin bikin."