Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn 2022-11-20 19:37:56 AMED - DAKAP'ê bi rasthatina 25'ê Mijdarê di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî.  Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi boneya 25'ê Mijdarê Jina Emînî, Nagihan Akarsel û hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Bernameya bîranînê li avahiya KASED'ê hat lidarxistin û gelek aktîvîtên TJA'yê tev li bûn.    Wêneyên Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel li gel gul û findên pêxistî hatin danîn. Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyona ku qala jiyana Akarsel dikir hat nîşandan. Endamên Desteya Rêveberiya Weşana Jinolojiyê Rojda Yildiz û Sozan Akîpa axivîn û qala têkoşîn û kesayeta Akarsel kirin.    Rojda Yildiz di destpêka bîranînê de axivî û da zanîn ku ew ji bîranîna jinên qetilkirî civiyan e û jinên hatine qetilkirin bûne ronahî ji rêya wan re.    Endama Jinolojiyê Sozan Akîpa qala têkoşîna Akarsel kir û detnîşan kir ku ew ê pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin û hêjayî bîranîna wan bimînin.    'ROJ ROJA YEKITIYÊ YE'   Hevserokê HDP'a Amedê Gulistan Atasoy jî Nagihan Akarsel bi bîr anî û wiha got: "Bi pêşengiya dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' re torek ya serhildanê ku ji Rojava heya Rojhilatê Kurdistanê dirêj dibe heye. Lewra îktidara faşîst a AKP'ê ku binketinek mezin re rûbirû maye êrişî destkeftiyên jinan û gelê kurd dike. Ev êriş ne tenê li ser Rojava li ser nasnameya hemû gelê kurd, li dijî nasnameya azad ya jinê ye. Îro pêwîste bi awayek herî hêz em serkeftina jinê ya li Kobanê bi bîr bînin û dubare piştevanîya xwe nîşan bidin. Divê em serhildana di pêşengiya jinê de bilind dibe hembêz bikin."    Atasoy herî dawî bal kişand ser yekitiya kurdan û got: "Roj roja yekitiya kurdan e."