TJA li Elkê bi jinan re civiya 2022-11-19 18:36:42 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê TJA bi jinan re civiya. Li navçeya Silopiya jî ji jinên girtî re kart hatin şandin.    Li Botanê xebatên 25’ê  Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê didomin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Elkê û Sîlopyayê hevdîtin bi jinan re hat kirin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, aktivîstên TJA’yê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî civîna li gundê Setkarê yê Elkê bûn.    Di civîna jinan de hevseroka HDP’ê Sabûha Akdag axivî. Akdagê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û got ku ew ê di her kêliyên jiyanê de têbikoşin. Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî”yê bi dawî bû.   Li navçeya Sîlopyayê jî jinan ji jinên girtî re name şandin.