Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê 2022-11-19 17:55:10     COLEMÊRG -  Meclîsa Jinan HDP’ê ya Geverê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Geverê bi jinan re civiya.   Endamên Meclîsa Jînan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Geverê bi jinan re civiya. Gelek jin tevlî civîna Meclîsa Jinan a li Yenîmahalleya Geverê bûn.     Li ser navê Meclîsa Jinê endama meclîsê Leyla Atsak axivî. Atsakê destnîşan kir ku ev cihê ku jin lê bên qirkirin, li wir ne pêkan e ku mirov behsa jiyaneke watedar bike. Atsak wiha axivî: “Her tim yên ku civakê bi rê ve biriye û guherandiye jin bûne. Mêjiyê desthilata baviksalarî tim li ser talan û qetlîamê bûye. Jin her tim doza edalet û wekheviyê dikin."   Atsakê piştî axaftina xwe ya der heqê 25'ê Mijdarê de, ji bo meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de li navçeyê bê lidarxistin bang li jinan kir.   Piştî civînê jinan bi hev re diruşmeya, “Jin Jiyan Azadî”yê berz kir