‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’ 2022-11-16 10:54:13   AMED - Parêzer Canan Arin, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê tundiya li ser jinan weke amûra zextê bikartîne û wiha got: “Jin bihêz in û muxalefetê herî baş dikin. Lewma ziravê wan ji me diqete. Lê dê bi me nekarin.”    Bi mazûvaniya Amedê 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan/Navendên Şêwirmendiyê di navbera 12-14’ê mijdarê de bi tev li bûna 300’î zêdetir jinan pêk hat. Komcivîn bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê pêk hat. Yek ji damezrînera Weqfa Mor Çatiyê parêzer Canan Arin, li ser stargehan, pratîkên qeyûmên li herêmê û têkoşîna hevkar a jinan ji ajansa me re nirxandin kirin.    ‘MUXALEFETA HERÎ XURT JIN DIKIN’   Arin, qal kir ku karê qeyûman ê ewil bû hedef nîşandana saziyên jinan û wiha got: “Gelek ji karê qeyûman hez kirin. Dixwazin herkesên ku li dijî polîtîkayên wan derdikevin bêdeng bikin, zextan lê bikin û ji holê rabikin. Li herêmê bi jinan dest bi van êrişan kirin. Ji ber ku ziravê wan diqete. Ji ber ku jin bi hêz in û muxalefeta herî baş dikin. Ev ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî wisa ye. Ji ber wê yekê ji bo jinan bêdeng bikin û zextê lê bikin tişta ji destê wan tê dikin.”   ‘JIN TEQEZ RÊYEKÊ DIBÎNIN’   Arin, bi lêv kir ku bi girtina jinan saziyeke fermî nemîne jî jin bêçare nînin û wiha berdewam kir: “Em dikarin bibêjin saziyeke fermî nemeya lê jin bêçare nînin wê teqez rêyekê bibînin. Nebe ji vir telefonê vedikin, li Stenbolê bi Mor Çatiyê re diaxive li Enqereyê yan bajarekî din bi telefonê hevkariyê dikin. An ku jin teqez rêyekê dibîne. Ev rewş nîşan dide ku desthilata AKP’ê piştevaniya tundiya li ser jinê dike û zexta li ser jinê weke amûra zextî bikartîne. Lê dê bi me jinan nekarin.”    ‘BI VÊ HIŞMENDIYÊ HIQÛQ BÊÇARE YE’   Arin, da zanîn ku tevî ku li bajarên nifûsa wan ji 100 hezarî zêdetirî vekirina stargehan mecburiye jî li gor vê yekê naçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ewilî dadger, dozger û dadgehên ku rêgezên hiqûqê yên nivîskî pêk bînin bibînin. Em dozan vedikin lê mixabin li gor daxwaza me encam nagirin. Ji ber ku serokê AKP’ê çi biryarê bide wisa derdikeve. Ji ber ku dijhiqûqî ji bo wan ne girîng e.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ HEVKAR BIKIN’   Arin, destnîşan kir ku wê jin tevî hemû êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji kolanan venakişin, bi girseyî bimeşin, em ê bi rêxistinên navnetewî re têkiliya xwe qut nekin, heke zexta zewacê bikin em ê nezewicin, heke welidînê ferz bikin em ê nekin. Tundiya zilam li her derê tundî ye. Em ji Stenbolê dibêjin li dijî bûyerên li vir derdikevin, em di nav piştevaniyê de ne, kesên li vir jî bi bûyereke li Stenbolê re dikevin nava piştevaniyê. Wê zextê zêde bikin, dê hêj gelek tişt bi serê me werin, em ê bikevin girtîgehan lê dê bi me nekarin.”    MA / Eylem Akdag