Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin 2022-11-14 15:48:11   EDENE - Meclisa Jinan a HDP’A Edeneyê û TJA’yê eşkere kir ku ew ê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de li qadan bin.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî çalakiyên ku dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Jinan Navnetewî de li dar bixin, li Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Seyhanê Şukran Efeturk diyar kir ku 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ku ji çar aliyê cîhanê li dijî desthilatdariya mêran berz bûye, pêşwazî dikin.   Efeturk bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya mêr ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û got: "Qereqol, edliye êdî ji bo jinan necihê lêgerîna edaletê ye, Ev der bûne cihên teşwîqkirina şîdeta mêr û neçarî hiştina jinan. Her cure şîdet krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên şerê qirêj e. Em vê yekê dizanin. Bi taybetî êrişên li dijî jinan, siyasetmedar, aktîvîst û rojnamegerên kurd ji van polîtîkayan qut nînin. Rojnameger Nagihan Akarsel ji aliyê tetikkêşan ve hat qetilkirin. Wan tetitkkêşan li Silêmaniyê nasnameya kurdî, nasnameya jinê, nasnameya rojnameger û nivîskariyê ya Nagihan Akarsel hedef girtin."   Efeturk anî ziman ku li şûna ku çalakiyên 25'ê Mijdarê bixin salonan ew ê li kolanan bin û ew ê bi dirûşma "Jin jiyan azadî” li dijî tundî, şer û feqîriyê li qadan bin.    'EM 25’Ê MIJDARÎ DIYARÎ JÎNA Û NAGIHAN DIKIN’    Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî teqîna li Taksîmê şermezar kir û got êriş, tundî, şer û pevçûn bi taybetî li tevahiya Tirkiyeyê û li aliyê din ê sînor li dijî jin û zarokan her ku diçe kûrtir bûye û weke jin ew ê têkoşîna xwe li dijî tundiyê û şer bidomînin. Hatîmogûllari bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê û anî ziman ku şîdeta dewletê ji wê demê ve dewam dike û ew 25'ê Mijdara îsal diyarî Jîna Emînî û Nagihan Akarsel dikin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.