Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan 2018-03-23 10:37:01  AMED - Ji Amed, Êlih û Mêrdînê jinên beşdarî atolyeyên Jineolojî dibin li hev civiyan û nîqaşên hevpar kirin.  Ji Amed, Êlih û Mêrdînê jinên beşdarî atolyeyên Jineolojiyê dibin hatin gel hev û nîqaşên hevpar kirin. Hevdîtina jinan li Şaxa SES’ê ya Amedê pêk hat û pêkhateyên Jineolojiyê beşdar bûn. Jinên beşdarî atolyeyan dibin, asta xebatên xwe, nîşaqên xwe û bandora Jineolojî ya li ser kesayetî û jiyana xwe nirxandin.    Di hevdîtinê hat diyar kir ku atolyeyên Jineolojî yên bi komên biçûk hatin destpêkirin, her roja çû mezin û berfirehtir bûn. Jinan, da zanîn ku nîqaşên “Xwebûn” wan bi hêz dike û divê kolandina arkeolojîk a jinan di asta dîrokî de kûrtir bikin. Jinan bal kişandin ser rêxistinbûyan jinan û wiha gotin: “Bi hêzbûna jinê di rêxistinbûyînê re derbas dibe. Bi Jineolojiyê em dikarin pergala serdest a zilam biguherînin.”   Nûnera Atolyeya Jîneolojî ya Ewropayê jî beşdarî hevdîtinê bû û derbarê xebatên Jineolojî yên Amerîkaya Latîn de agahî dan.    Piştî axaftina hevdîtin bi dawî û hat diyar kirin ku dê di demên pêş de jî jin lihev kom bibin.