2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike 2022-11-04 16:45:38 ENQERE - 2’yemîn Konferansa Jinan a  Navnetewî ku wê gelek jin ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê beşdar bibin, sibê dest pê dike.    Tora Jinan a ku Siberojê Dihûnîne dê di 5 û 6’ê mijdarê de li paytexta Elmanyayê Berlînê bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê” 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li dar bixe. Ji dehan welatên cîhanê jin dê beşdarî konferansa ku dê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Berlînê bê lidarxistin bibin. Di konferansa ku wê bi zimanên kurdî, îngilîzî, elmanî, îtalî, îspanyolî, fransî, erebî û tirkî werger bên kirin, dê bi gelek sernavan mijar bên nîqaşkirin û komxebat bên lidarxistin. Ji Kurdistanê û gelek deverên cîhanê dê jin beşdarî konferansê bibin.    Konferans sibê dest pê dike. Moderatoriya wê lêkolîner rojnamevan Meghan Bodette dike. Rûniştina ewilî ya konferansê bi sernavê “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê, Şikandina Dewlet û Zilamtiya Zextdar” pêk bê.    Di roja yekem a konferansê de Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê Nîlûfer Koç, Nûnera Komeleya Jinên Şoreşger ên Efxanistanê (RAWA) Marîam Rawî, Koma Femînîstên Abya Yala Lolita Chavez, civaknas û ekofemînîsta Awûstralyayî Ariel Saleh, femînîst û aktîvîsta aştiyê Genevieve Vaughan, Progressive All India. Berdevka Komeleya Jinan, Kavîta Krishnan, wê weke axivêr beşdar bibin. Di konferansê de girîngiya têkoşîna li dijî pergalên ku mêtingerî, belengazî û mirinê ferz dikin, bê nîqaşkirin.