Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide' 2018-03-23 09:50:14 STENBOL – Hiqûqnas û endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Leyla Suren, diyar kir ku kujerên jinan li salonên dadgehê wekî ku tiştek nebûbe tev digerin û ev tevgera wan bêhestiyariya darazê ya li dijî jiyana jinan nîşan dide. Suren, anî ziman ku kujerê Helin Palandoken Mustafa Yetgin jî wekî ku dê teqez ji 'Halê Baş' sûdê bigire tev geriya.  Hiqûqnas û endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Leyla Suren, darizandina doza Mustafa Yegîn yê di 13'ê Cotmeha 2017'an de li navçeya Pendîkê xwendekara liseyê Helin Palandoken kuşt û 2 kes jî birîndar kir nirxand. Suren, helwest û tevgera kujer Mustafa Yetgin ê bi sucdariya “Bi zanebûn û plankirî kuştiye" tê darizandin şirove kir û wiha got: "Her çend daxwaza me ya em bibin mudahîl bê redkirin jî wekî wekî Platformê dê kuştin û cînayeta jinan bişopînin. Di dozên kuştina jinan de bersûc û kujer ji ber helwesta darazê ya "Halê baş" her dem li salonên dadgehan tevgera "Ez dê ji halê baş sûdê bigirim. Cezayê min dê bê daxistin" nîşan dide û wekî ku sûcekî asayî kiriye nîşan dide. Suren, bal kişand ser duyemîn danişîna doza Helin Palandoken û wiha got: “Mustafa Yetgin bi cilên çaket û kravat (bedl) derket salona dadgehê. Bi van cilan armanc kir ku heyeta dadgehê 'Ji halê baş' cezayê wî kêm bike. dîsa li salona dadgehê bi ken û kêfxweşî çawa Helîn kuştiye vegot. Wekî ku bûyerek asayî be nêzîk bû. Wekî qala çîrokekê bike qal kir. Wekî ku behsa lîstikekê bike bûyer vegot. Wekî ku bêje 'ji bo min tiştekî ji rêzê ye, divê hûn jî bûyerek ji rêzê bibînin.' Medya jî ev bûyer wekî 'Cînayeta evîndardiyê' nîşan da û kir ji rêzê. Di danişînê de bavê Hêlîn li hemberî kenê bersûc îsyan kir. Got 'Tişta hûn bi ken qala kuştina wê dikin canê keç min e'. Tişta di tevgera helwesta Mustafa de hat xuyakirin, helwest û tevgera civak û darazê ya li hemberî jinê hatiye avakirin. Ev helwesta Mistifa nerîn û feraseta daraz û civakê ya li hemberî jinê nîşan dide. Hişmendiya mêrê serdest a li hemberî jinan nîşan dide. Ev cînayet bingeha xwe ji hişmendiya mêrê serdest digire. Di civaka ku mêr serdest be, bûyerên bi vî rengî zêde dibin."   HIŞMENDIYA MECLÎSÊ RÊ LI PÊŞ CÎNAYETAN VEDIKE   Suren, bal kişand ser hişmendiya meclîsê û hikûmetê jî û wiha got: "Ger hûn li salona meclîsê bêjin 'Dengê xwe neke jinê! Bêdeng be!' û hûn bêjin 'Bila jina ducanî dernekeve kolanan' dîsa ger hûn bêjin ‘Dibe ku di asansorê de halvet bibe' wê demê hûn dê kuştina jinê jî asayî bibînin. Hûn dê kuştinê ji rêzê bibînin. Mustafa jî dê mafê kuştinê di xwe de bibîne û wekî bûyerek ji rêzê nêzîk bibe.    Suren, anî ziman ku di 2 danişînan de li şûna Bersûc Mustafa bersûcê şaş dianîn salonê û wiha got: “Bi vê yekê qerfên xwe bi me dikin. Dibe ku navê wan yek be. Lê navê dayik, bav û nûmara T.C ji hev cuda ye. Ger ku kesê bi şaşî anîn salonê dengê xwe nekiribûya dê bersûcekî şaş bihata darizandin. Lê dasya Helin Palandoken hemû raya Tirkiye û cîhanê tev dizane. Ev dosyaya ku hemû cîhan dizane, çawa nizanin kujerê wê kî ye û çawa tev li hev dikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."     Suren,  bal kişand ser Halis Candemir ê ku hevkariya Mustafa kir û wiha got: "Halis Candemîr Mûstafa li erebeya xwe bar dike. Diviya bû Halis Candemir jî bihata girtin. Lê Halis Candemir serbest berdan. Diviya bû Halîs jî bihata girtin."    Suren, anî ziman ku dadgehê mudahîliya parêzerên Platformê qebûl nekir û wiha got: "Me di pêveka daxwaznameya xwe de bi dehan dosyayên ku mudahîliya wan hatibûn qebûlkirin lê zede kiribû. Peymana Stenbolê di ser qanûnê re ye. Li wir diyar dike ku divê dewlet xebatên der barê jinan de mîsoger bike. Lê ev daxwaza me hat red kirin. Dixwazin tevgera jinê ji cînayetên jinan dûr bixin. Lê çi dibe bila bibe em dê van dosyayan berdewam bikin. Em di rûniştina li pêş me de li benda biryarê ne. Em dipên ku dadgeh cezayê giran bide bersûc. Bersûc aşkere dibêje piştî 2 gule berdan wê piştre diçe guleya kuştinê berdide wê. "   ZIMANÊ MEDYA RÊ LI PEŞ VEDIKE'   Suren, anî ziman ku di cînayetên jinan de bandora Medya jî zêde ye û wiha got: “Her çend zimanê medya ne wekî berê be jî dîsa bi bandor e. ‘Zimanê medya xerab e. Sernavên Wekî 'Cînayeteke din pêk hat...' Peyva 'Din' êdî kuştina jinê dike bûyerek ji rêzê. Di sala 2017'an de 409 can hatin kuştin. Di çileya 2018’an de 28 jin û di Sibatê de 47 jin hatin kuştin. Medya dema peyvên ‘Eşqa platonik' 'eşqa berê' 'pir hezdikir.' dinivîse,  Ger ku ziman erênî be dê rê li peş cînayetan bigire. Lê ger ku ziman neyînî be dê rê li pêş cînayetan veke. Niha zimanê medya neyînî ye û rê li pêş cînayetan vedike. Cînayetan dike wekî bûyerek ji rêzê.    Suren, anî ziman ku Peymana Stenbolê û Hêjmara 6284'an ji bo wan gelek girîng e û wiha got: "Tundiya li dijî jinê hezarî 400 zêde bû. Tevgera jinê li hemberî vê yekê dê tekoşîna xwe berdewam bike. Jinên ku dizanin dê bên kuştin jî daxwazname didin. Dixwazin der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryar bidin. Jin mafê xwe yê mirovane û jiyanê dixwazin. Dixwazin der barê xwe de bi xwe biryarê bidin. Em jî dê doza wan bişopînin û parastina wan berdewam bikin."    MA / Necla Demir