Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin 2022-10-30 14:12:17   MÊRDÎN - Mahmût Îlhan ê ku Nûrhan Îlhanê li Qoserê qetil kirî hate girtin.    Duh li taxa çolter a Meskeyntera navçeya Qoser a Mêrdîne jina bi navê Nûrhan Îlhan a 45 salî li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî agahiya qetilkirina Îlhan, lêpirsîn hat destpêkirin û hat zanîn ku zêr û zîvên wê jî hatine dizîn. Hat diyarkirin ku kesê herî dawî çûye malê, tiyê Îlhan ê bi navê Mahmût Îlhan bûye. Li ser vê yekê Mahmût Îlhan hate binçavkirin û kujer li xwe mikûr hat ku wî ji ber zêr û zîvan jinbiraya xwe kuştiye.     Piştî ku karûbarên îfadegirtinê yên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Giran hate kirin. Dadgehê der barê Mahmût Îlhan de bi sûcdariya “kuştina bi qesdî" biryara girtinê da.    Cenazeyê Nûrhan Îlhan dê sibê li gund bê veşartin.