Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e 2022-10-05 17:12:05   ÊLIH - Jinan, l Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Êlihê bi meşekê şermezar kirin û wiha gotin: “Yên ku têkoşîna jinan a bi felsefeya Ocalan hatiye afirandin hedef digirin, nekarîn bi me paşvegav bidin avêtin. Armanca komployê, tunekirina destkeftiyên gelê kurd bû.”    Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kiribû, li Êlihê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi meşekê hat şermezarkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajar û gelek kes tev li meşê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin û dovîza “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin” hatibûn vekirin.   Jinên ku li ser Cehdeya Koçeran hatin ba hev, bi pankart û wêneyên Akarsel heta Parka Zozanê meşiyan. Di dema meşê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û piştre jî li parkê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenter Feleknas Uca komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev komplo hêj berdewam e. Tecrîda li ser Ocalan, li her qada jiyanê xwe nîşan dide. Armanca komployê, tunekirina destkeftiyên gelê kurd e.”    DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN AZADÎ’   Di berdewamê de Uca anî ziman ku komplo, bi zêdebûna tundiya li ser civakê re bandora xwe nîşan dide û wiha derbirî: “Hevala Nagihan li Silêmaniyeyê, Jîna Amînî jî li Îranê hat qetilkirin. Li dijî kesên bi komkujiyan têkoşîna jinan hedef digirin, dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê deng veda. Û jin li dora vê dirûşmê civiyan û berxwedaneke mezin raber dikin. Ev dirûşm, sembola tevgera jinên kurd e. Kesê ev dirûşm afirandî, niha di bin tecrîdê de ye. Em ê destûrê nedin vê. Em ê tu carî li dijî komplo û qirkirinên jinên paşdegav neavêjin. Sedema krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, tecrîda li Îmraliyê ye. Yên ku têkoşîna jinan a bi felsefeya Ocalan hatiye afirandin hedef digirin bila baş bizanin ku ne qetilkirina Sevêyan û ne jî ya Sakîneyan bi me paşdegav nedan avêtin. Êrişa li dijî hevala me ya Nagihanê, sedema berxwedana me ye. Heta ku em hem tecrîdê û hem jî êrişên li dijî têkoşîna jinan berteraf dikin dê têkoşîna me bidome.”    Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.