Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan 2022-10-05 09:05:57   WAN - Girtiya nexweş Besra Erol ku kurek wê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye û kurek wê jî di girtîgehê de ye, çendî rewşa tenduristiya wê xirab bûye jî nayê berdan.    Girtiya nexweş Besra Erol a 70 salî ku kurê wê Fûat (38) 13 sal in girtiye û kurê  wê Evrîm Denîz jî di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, çendî gelek nexweşîn pê re hene jî nayê berdan. Erol, ji ber axaftina xwe ya li ser gora kurê xwe Evrîm Denîzê kiribû, ji ber tev li daxuyaniyan û tazîyeyan bûbû der barê wê de doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê ya di Nîsana 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 5 meh ceza li Erol hatibû birîn û ew şandibûn Girtîgeha Mûşê. Paşê Dadgeha Bilind cezayê li Erolê hatibû birîn pesend kiribû. Erol ku nêzî 3 sal û nîv iun di Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan de ye, heya niha gelek nexweşîn lê peyda bûne.    NEXWEŞÎNÊN WÊ ZÊDE BÛNE    Mehmet Zekî Erol (80), hevjînê Erolê destnîşan kir ku girtina hevjîna wî dijî hiqûqê ye û wiha got: "Belsebeb 7 sal û nîv ceza lê birîn. Ji ber ku tevlî daxuyaniyan bûye û daxilî xebatên nava partiyê bûye ceza lê birîne. Besra niha 70 salî ye. Gelek nexweşîn pê re hene. Nikare di girtîgehê de bimîne."    Erol bilêv kir ku gava hevjîna wî hatiye girtin destpêka pêvajoya Covîd-19'ê bûye û wiha got: "Niha hevdîtina vekirî mehê carekê ye. Herî dawî di Cejna Qurbanê de çûm girtîgehê cem wê, ji bo hevdîtina vekirî. Hevdîtin 40 deqe bû. Nexweş e, extiyar e. PIştî hat girtin nexweşînên wê zêdetir bûn. PIştî hat girtin dêya wê, apê wê û pismamekî wê mirin. Lê hê me jê re negotiye."   DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Erol xwest girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: "Gava kesek bê girtin divê tu bi dilovanî nêz bibî. Kî dibe bila bibe, ziman, nijad û dîn çi dibe bibe, tu nikarî cihêkariyê bikî. Tu mecbûr î derfetên jiyanê bidî ber wî/wê kesî/ê. Helwesteke bereksî vê zilm e. Girtiyên nexweş divê bên berdan."