Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye 2022-10-04 16:58:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin daketin qadan û qetilkirina Endama Lêkolînkirina Jineolojiyê protesto kirin. Jinan got ku Nagihan Akarsel li dijî pergala serdest a mêr, sedema serhildana wan e.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Akarsel hat protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Nagihan Akarsel hatin rakirin û pankarta “Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz axivî û wiha got: “Em soz didin ku dê di vê rêyê de bimeşin ku rêhevala me Nagihan pêşengtî jê re dikir. Kesek nikare pênûsa heqîqetê ya ku rêhevala me Nagihan pêşengtiya wê dikir, bêdeng bike. Nagihan Akarsel, li dijî pergala serdest a mêr sedema serhildana me ye.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.    SERHILDANA JINAN HEYE   Bi heman boneyê TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’a Agiriyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr sûîqestên li Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Li dijî rêveberiyên otorîter û faşîst, serhildaneke jinan heye. Jin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serî li ber van rejîman radikin. Em baş pê dizanin ku hedefgirtina Nagihanê ya di demekî wiha de tiştekî rashatî nîne. Em baş dizanin ku ev komkujî; li dijî daxwaza azadiyê ya jinan û jinûveavakirina jiyanê, bersiveke aqilê mêr-dewletê ye. Yên ku fermana vê cînayetê dayîn û plan kirin divê baş bizanin ku em ê li hemberî van komkujî, faşîzm û tarîtiyê serî netewînin. Dê dîrok jî bibe şahid ku li dijî van hêzên faşîst û tarî, serkeftin dê bibe para têkoşîna jinan.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRASA WÊ DERKEVIN’   Li Tetwan a Bêdlisê jî bi pêşengtiya TJA, DBP û HDP’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama PM’a HDP’ê Sîdar Karaçelîk diyar kir ku ev komkujî bi awayekî rasthatî nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Mîna aktîvîstên din ên li başûrê Kurdistanê hatine kuştin, Nagihan jî li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Mîna kujerên berê, niha jî kujer bi lez û bez ji holê winda bûn. Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa rêhevala xwe Nagihan Akarsel derkevin ku bi sala ye ji bo ronîkirina heqîqeta jinan têdikoşiya.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.   ‘ALAYA TÊKOŞÎNÊ EM DEWR DIGIRIN’   Meclisa Jinan a HDP’a Manîsayê jî li navçeya Sarûhanli ya Mêrsînê qetilkirina Akarselîm şermezar kir. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn û Hevseroka HDP’a Manîsayê Zubeyde Tarlabolan axivî. Tarlabolan, got ku hevalên wan Sevê, Sara û Nagihan Akarsel di encama sûîqestan de hatine qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Qetilkirina rêhevala me ku keda wê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye, parçeyeke şerê tunekirina gelê kurd e. Em, alaya têkoşîna azadiya jinê û rizgariya gelan ji rêhevala xwe Nagihan dewr digirin û soz didin ku dê heta dawiyê bibiryardarî bidomînin. Stêrk, rêhevalên te bin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.    MÊRDÎN   Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em kujeran nas dikin. Bi têkoşîna jinan em ê hesab bipirsin" hat vekirin û wêneyên Akarselê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci di daxuyaniyê de axifî.   Akinciyê destnîşan kir ku Akarselê bi salan di çapemeniya azad de xebitiye û wiha got: "Hevala me ji ber zextên faşîst têkoşîna xwe ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê didomand. Ev êrişa li hemberî hevala me, di heman demê de li hemberî jinên kurd, li hemberî gelê kurd û kesên ji bo azadiyê têdikoşin hatiye kirin."    Akinci bilêv kir ku kesên xwe li bêdengiyê deynin jî berprisê vê qetilkirinê ne û wiha got: "Kesên ji wan we ye dê me bi rêbazin wiha bêxlaq bitepisînin, bila li dîrokê mêze bikin. Ya hatiye kirin cinayet e û armanca vê êrişê jî hedefgirtina têkoşîna me ya azadiyê ya jinên kurd e."    Akinci di dawiyê de got: "Hûn ê nikaribin Sakîne, Fatma, Pakîze, Sêvê, Hevîrn û Nagihanên têkoşer bi suîqestan biqedînin."    ENQERE    Platforma Jinan a Enqereyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta mêr a ku duh Mahsa Amîniyê û îro jî Nagihanê qetil kir, bil baş bizanibe ku dê ronahiya têkoşîna azadiyê ya jinê bi lîstikên rarî, qetilkirina û tahdeyê neyê tefandin, ji lew re ev ronahiyeke gelekî mezin û bihişmet e.    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê jî qetilkirina Akarselê li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê protesto kir. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pekîze Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de axifî. Sînemîllîoglû wiha got: "Hevala li Silêmaniyê bi xebatên jinê û jineolojiyê bû dengê jinan. Got 'Jiyaneke din pêkan e' û dengê hemû jinanan ragihand jinên cîhanê. Guleyên li Nagihanê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ay jinê hatine teqandin. Ev gule li dengê jinan hatiye teqandin."    WAN   Li Wanê jî qetilkirina Akarselê hat şermezarkirin. Jinên ku bi pêşengiya TJA'yê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn pankarta “Hêza pênusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” vekirin. Jinan tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.   Endama Desteya Rêvebir a Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedalê bibîr xist ku Akarselê demeke dirêj rojnamevanî kiriye û got ku bi pênûsa xwe, çalakiya xwe dabû dû heqîqeta jinê û civakê. Şedalê wiha got: "Em baş dizanin ev şerê qirêj ê li hemberî jinên kurd û li tevahiya Kurdistanê tê kirin, ji ber tirsa ji têkoşîna me ya azadiyê ye. Di vê sedsalê de ku dê bibe sedsala jinê, em ê ji tiştên ku em ji Nagihanan hîn bûne tawiz nedin û paş de gav neavêjin."    ŞIRNEX   TJA'yê li Şirnexê jî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TAJ'yê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, rêvebirên HDP'ê yên bajêr û navçeyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de dowîzên li ser “Nagihan Akarsel nemir e” û “Pênûsa jinan êdî serhildanê dinivîse!!” nivîsandî hatin hilgirtin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdagê metna daxuyaniyê xwend. Akdagê diyar kir ku Akarselê li hemberî hemû tahde û zilman her tim nivîsandiye û bi sekna xwe bûye îlham ji bo her kesî.    Akdagê bilêv kir ku guleyên li Akarselê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ya jinê hatine teqandin û got ku ew ê hesabê Nagihan Akarselê bipirsin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jîyan, azadî” bi dawî bû.