‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’ 2022-10-02 21:59:24   AMED - Hevseroka HDP’ê Gulîstan Atasoy a di çalakiya DAKAP’ê ya ji bo Jîna Mahsa Amînî li dar xist de axivî, wiha got:  “Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin.”   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku di 16’ê îlonê de li Îranê ji aliye “Polîsên exlaqê” ve hatibû qetilkirin li Xaçerêya Dinyayê ya Semta Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê xwestin meşekê li dar bixin. Lê polîsan jin dorpêçkirin û bi hinceta qedexeya walitiyê heye nehişt bimeşin. Li dijî vê yeke jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Piştî ku polîsan meşa jinan asteng kir, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin di çalakiyê de amade bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” vekirin û dowîzên ku wêneyên jinên li Îranê hatine qetilkirin li ser bûn hilgirtin. Jinan di çalakiyê de têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir û girîngiya piştgirî û alîkariyê bibîrxistin.    ‘BITIRSIN’   Di daxuyaniyê de, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy ku bertek nîşanî astengkirinê de axivî û wiha got: “Em li vir ji Walîtiya Amedê dipirsin, evqas kujer û tecawizkar li der ve digerin, hûn ji bo ku nîzama giştî bi parêzin çidikin? Hûn, ji bo jinên ku ji ber polîtîkayên şerê taybet fihûş li wan hate ferzkirin biparêzin pergala cemaweriyê çawa pêk tînin? Tiştê ku hatiye xerab bûn pergala we ya desthilatdar ya mêr e û em vê yekê baş dizanin. Bi tirsin! Ji ber ku em jin dê desthilatdariya we ya yêkkesî, dijminê jinan û mîlîtarîst hilweşînin.”   ‘LI ÎRANÊ TÊKOŞÎNEK DÎROKÎ HEYE’   Atasoy, bi lêv kir ku li Îranê tekoşîneke dîrokî heye, jin ji bo vê têkoşînê jiyana xwe ji dest didin û wiha berdewam kir: “Em wek Platforma Jinan a Dîcle Amedê îro ji bo jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan dane destpêkirin kom bûn. Lê Walîtiya Amedê û Midûriyeta Polîsan bi awayekî keyfî bi hinceta xerab kirina nîzama giştî, rê li me girtin. Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin. Em dê îro jî û ji îro û şûnde jî bi tevî hemû bedelan jî tekoşîna xwe biparêzin û xûrttir bikin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “jin, jiyan, azadî”, “Rojava rojhilat e Kurdistan yêk welat e” û stranên “çavbella”, “tû kê yî” û “herne pêş” bi dawî bû.