Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn 2022-09-30 11:35:45 AMED - Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a diyar kir ku Konferansa Jinan a TJA’yê veguherî qada navneteweyî, bi lêv kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn û got: “Birêz Abdullah Ocalan pêşiya xeta polîtîk û îdeolojîk ya vê têkoşînê vekir.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan di 24’ê îlonê de li Êlihê li dar xist. Di konferansa ku ji Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê jin tev li bûn de bal kişandin ser tecrîd, qirkirina jinan, talankirina xwezayê û xizaniya jinan û nexşerêya serdema nû hate diyar kirin. Di encama danezana konferansê de, ji bilî hedefgirtina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di serî de biryarên li ser polîtîkayên şerê taybet, têkoşîna li dijî krîza aborî û ekolojîk û têkoşîna jinê ya yekbûyî hatin wergirtin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî naveroka konferansê û nexşe rêya serdema nû nirxandin kirin. Taşdemîr, anî ziman ku bi taybetî di 6 salên dawî de jina kurd bi pratîkên giran ên faşîzmê re rûbirû ma û bi lêv kir ku ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî êrişên li dijî jinan zêde bûn.    Dîlan Dîrayet Taşdemîr   ‘DI KONAXEKE GIRÎNG DE PÊK HAT’   Taşdemîr, bi lêv kir ku konferansa TJA’yê di konaxeke girîng a êriş zêde bûn de pêk hat û wiha got: “Ji bo bidestxistina serkeftinê wê di pêvajoya pêşiya me de xeta têkoşînê hêj zelaltir bibe. Ji Serhedê heta Botanê, ji Botanê heta Amedê dîsa ji Tirkiyeyê heta Afrîkaya Bakur, heta Başûr heta Ewropayê bi hezaran jinan hem bi peyamên xwe hem bi awayekî fîzîkî tev li kongreyê bûn. Konferansa me ne tenê konferansa jina kurd bû, bi biryarên wergirtin, mudaxileya pêvajoyê, bi sekin û zelalbûna xwe bi îdiaya azadiya nasnameya jinê veguherî qada navnetewî.”   ‘JINA KURD DI PÊVAJOYÊN KRÎTÎK DE BÊHN DA STANDIN’   Taşdemîr, diyar kir ku tevgera jinên kurd di hemû pêvajoyên krîtîk de pêşengî kiriye, bêhn bi jinan daye stendin û wiha berdewam kir: “Me ev di Tevgera Jinan a Azad a Demokratîk (DOKH) û Kongreya Jinên Azad (KJA) de dît. Niha jî em bi TJA’yê vê dijîn. Tevgera jinên kurd bandoreke gelek cidî li Rojhilata Navîn, tevgera jinên cîhanê û tevgera femînîst kir.    MIJARÊN HATIN NIQAŞKIRIN   Taşdemîr, têkildarî mijarên di konferansa du rojan dom kir de hatin niqaşkirin jî wiha axivî: “Di roja ewil de me rewşa xwe ya rêxistinî, konjoktora serdemê, pêvajoya siyasî ya ji aliyê jinê ve nirxand. Bêguman li cîhanê gelek geşedan hene. Em di serdemeke ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikinin. Navenda vî şerî jî Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Em êşa vî şerî dikişînin, bedela wê didin. Di roja duyemîn de jî ji bilî tecrubeya têkoşîna sedsala 21’emîn a tevgera jinên kurd û em dikarin tecrubeyên têkoşîna jinê yên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn çawa bikin hevpar û em ê çawa bi hev re bi pêş ve bibin niqaş kirin. Pêşniyar û nîqaşên gelekî xurt ji vir derketin holê. Di dema pêş de em ê encamên van nîqaşan di pratîkê de bibînin.”   ‘TEVGERA JINÊN KURD TEVGERÊN DIN ÊN JINAN XWEDÎ DIKE’   Taşdemîr, da zanîn ku jinên kur dli dijî êrişan demekî dirêj e di nava berxwedanê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd êdî tecrubeyên xwe yên têkoşînê afirandine. Bêguman jinên kurd di heman demê de tevgereke ku ji tecrube û mîrasên tevgerên jinan ên cîhanê gelek sûdê werdigire. Ev têkoşîn tecrûbeyeke gelekî kûr e, gelekî bandorker e û tecrûbeyeke têkoşînê ye ku tevgerên din ên jinan xwedî dike ye.”    SEMBOLA POLÎTÎK A SEDSALA 21’YEMÎN   Taşdemîr, anî ziman ku ne tesaduf e jinên kurd di şexsê Jîna Amînî de li Rojhilat pêşengiyê ji serhildaneke girseyî re dikin û wiha pê de çû: “Ev yek ne tenê li Rojhilat, li Bakur, Rojava û Başûr jî bi vî rengî ye. Bi dayîna berdêlên gelekî giran re hewl didin pêşengiyê bikin. Îro dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji dirûşmeke ku tenê li çar parçeyên Kurdistanê bisînor e û tenê jinên kurd temsîl dike derketî ye. Bûye felsefeyeke jiyanê, bûye hevpariya têkoşînê û xeta têkoşînê ya jinan a sedsala 21’an. Çawa ku di sedsala 20’an de gotina ‘weke jin ji dayik nabe, pişt re dikare bibe jin’ gelek tevgerên jinan seferber kiriye, di sedsala 21’an de jî ‘jin jiyan azadî’ bûye semboleke polîtîk a ku jin dixwaze û divê çawa were rêxistinkirin.”   ‘PARADÎGMAYA OCALAN BIHÊZ KIR’   Taşdemîr, bi lêv kir ku mijareke sereke ku di konferansê de niqaşkirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bû û got: “Yek ji mijarên me yên girîng jî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Abdullah Ocalan bû. Bêguman di hevkariya jinên kurd a bi tevgera jinan a cîhanê re û di pozîsyona pêşengiyê ya bi gelek pîvanan de, jin xwedî kedeke gelekî cidî ne. Lê belê paradîgmaya Birêz Ocalan perspektîfa vê têkoşînê û xeta siyasî ya îdeolojîk a vê têkoşînê ava kir. Vê paradîgmayê jin bihêz kirin. Em dizanin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ê xwediyê paradîgmaya ku têkoşîna azadiyê ya jinê pêk tîne, di heman demê de mudaxelekirina li têkoşîna jinê ye. Şer, krîza aborî, tundî, pevçûn mêrsalarî, baviksalarî, zayendîperestî û dijminatiya jinê bi xwe re tîne. Jin ne tenê di çarçoveya pirsgirêka kurd û siyaseta şer de îtirazê dikin. Jin di çarçoveya xeta azadiya jinê de bi teqezî li dijî tecrîdê îtiraz dikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan êdî ji aliyê jinan ve nayê qebûlkirin. Gelek caran tê gotin ku di vê mijarê de êdî cihekî ku bêdeng bimîne nemaye, bertekên kêm nîşan dide lê nerazîbûnên xurttir pêş dixin, ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke hêj bi bandortir were kirin.”   ‘TÊKOŞÎNA KU TECRÎDÊ NEBÎNE DÊ QELS BIMÎNE’   Taşdemîr, destnîşan kir ku wê ewilî li dijî tecrîdê xeta têkoşînê ava bikin û nexşe rêya xwe wiha vegot: “11 biryar ên ku wê rê li ber çareseriya pirsgirêkên ekolojîk, şer, krîz, tecrîd, yanî ji hemû pirsgirêkên civakê re veke, hatin girtin. Her 11 biryarên hatin wergirtin gelek girîng in. Mijarên kuştina jinan, polîtîkayên şerê taybet, tecrîd, xerakirina hevsengiya ekolojîk, siyaseta şer, hevgirtina jinan a navneteweyî, krîza aborî navenda sereke ya krîza ku civak pê re rûbirû ye pêk tîne. Meşandina têkoşîneke ji vê nuqteyê, ji bo mezinkirina têkoşîna civakî girîng e. Bêguman tecrîd çavkaniya pirsgirêkan e ku bi rengekî cidî bandorê li jiyanê dike. Ji wê hêlê ve meşandina têkoşîneke bêyî dîtina tecrîdê, şer, dijminatiya li dijî kurdan û jinan, têkoşînê qels dike. Çareserkirina pirsgirêkên ku dibin sedema vê yekê, hilberîna polîtîkayên li ser van pirsgirêkan û hîn bêhtir mezinkirina têkoşînê wê bibe yek ji xetên me yên bingehîn ên têkoşînê di vê serdemê de.”   MA / Eylem Akdag