Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike 2022-09-27 16:58:30   ENQERE - Endamên Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê dema ji bo Jîna Mahsa Amînî dirûşm berz dikirin, komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakvanan bike.    Jinên Kolektîf Femînîst ên Zanîngehê têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, li Kampûsa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê daxuyanî da. Xwendekarên ku li baxçeyê Fakûlteya Zanyariyên Siyasî (SBF) kom bûyîn, dan zanîn ku li Tirkiyeyê jî jin rastî heman sepanan tên. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêj hefteyek berê “meşa nefretê” hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: “Ev meşa nefretê li ser kanalên dewletê û RTUK’ê hat berbelavkirin. Kanalên ku xwe weke komarparêz nîşan didin jî tev li vê meşê bûn. Em baş pê dizanin ku Peymana Stenbolê li ser daxwaza çendek terîqetan hat betalkirin. Lê belê me me jinan tu carî zexta desthilatdariyên olperest, paşverû û faşîst qebûl nekir û em qebûl jî nakin. Têkoşîna Mahsa’yê, têkoşîna hemû jinan û LGBTÎ+’yan e. ji Tirkiyeyê heta Îranê, têkoşîna azadiyê ya jinan, yek e.”    'DIRÛŞMÊN BI KURDÎ BERZ NEKIN’   Jinan, ji bo piştgiriyê pora xwe jê kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di vê navberê de komeke nîjadperest qêriya û gotinên weke “Hûn dê bi tirkî bibêjin, bi tirkî biaxivin” kirin. Lê xwendekaran dîsa dirûşmên bi kurdî berz kirin û gotin: “Çeteyên faşîst ên dijminên jinan xwestin êrişî me bikin. Em ê rê nedin çeteyên faşîst û paşverû yên li zanîngehan û dê zanîngehên femînîst ava bikin.”