Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin 2022-09-26 11:35:48   COLEMÊRG - Li navçeya Gevera ku her çar aliyê wê bi kamerayên mobeseyê tê şopandin, ji nexweşa Alzheimerê Necîbe Yucedag ku beriya 6 rojan winda bûye, agahî nayê girtin.    Xebatên lêgerînê yên nexweşa Alzheimer Necîbe Yucedag (67) a li Taxa Dîze ya navçeya Gevera Colemêrgê dijiya û ji 21’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin, didomin. Ji bo Yucedag a beriya 6 rojan piştî ji mala xwe derket agahî jê nayên girtin, li tax û gundên nêzî navenda navçeyê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Tevî ku bi du kuçikên lêgerînê yên Miduriyeta Rewşên Awarte û Karesatê (AFAD) ya Wanê li erdên vala, li dora çeman, dehl û rogarên li ser xeta qenalîzasyonê hate gerandin jî agahî ji Yucedag nehatin girtin.    Balkêşe ku li navçeya her çar aliyên wê bi kamerayên mobeseyê û fotokapanan tê şopandin, çend roj in agahî ji Yucedag nayê girtin.