Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin 2022-09-25 12:01:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî di peyama xwe ya ji bo 4'emîn Konferansa Jinan şandî de wiha got: “Heta ku tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin.”   4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in) li Êlihê li dar dixe di roja duyemîn de didome. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji konferansê re peyamek şand.    PEYAMA GOKKAN’Ê   Peyama Gokkan a kesên tev li konferansê bûn silav kirin wiha ye: “Jin ji bo jiyanek azad ji Afrîkaya Başûr heta Rojhilata Navîn, Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzm û dîktatoran li ber xwe didin. Û pêşengtiya civakê dikin. Ji ber vê yekê bi komkujî, tundî, girtin, tacîz û destdirêjiya dîktatoran re rû bi rû ne. Îro ji ber polîtîkayên van rejîman bi hezaran jin dîl tên girtin. Em li girtîgehan bin jî, hiş û ruhê me azad e. Jin li dijî rejîma baviksalariyê bi ruhekî azad li ber xwe didin. Heta gelê me azad bibe em ê li ber xwe bidin. Bi van hestan ez 4 'emîn Konferansa Jinan silav dikim. Heta ku tecrîd were şikandin û heta ku jin azad bibin em ê li ber xwe bidin. Ez we jinên hêja silav dikim.”