Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin 2022-09-24 15:34:34   DÎLOK - Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir û wiha got: “Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.”    Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ji hêla rejîma Îranê ve li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel jinan, her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, hêzên ked û demokrasiyê û nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn. Girseyê pankarta “Ji bo Mahsa Amînî, ji bo azadiya xwe, ji Îranê heta Tirkiyeyê em serhildana xwe mezin dikin” vekiribûn.    Li ser navê platformê, Sînem Erener daxuyanî xwend. Erener da zanîn ku di serî de li Îranê, li her devera cîhanê gel dadikevin qadan û qetilkirina Amînî protesto dikin. Bi domdarî Erener anî ziman ku rejîma Îranê û polîsên wê, her ku dibînin desthilatdariya wan hildiweşe, êrişî jinan û têkoşîna wan dike û hewl dide wan bitepisîne. Erener, destnîşan kir ku dê tu kes nekare pêşî li ber têkoşîn û berxwedana bindestan bigire.    'BERXWEDANA MAHSAYÊ BERXWEDANA ME YE’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berxwedana Mahsayê, berxwedana me ye. Soza me ya ji bo hemû jinên di şexsê Mahsayê de hatine qetilkirin ew e ku; ya bêxlaq ne mûyên pora we lê zîhniyeta desthilatdariya mêrê serdest a ji Îranê heta tevahiya cîhanê ye. Em li vir careke dibêjin; em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gel re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.”