Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye 2022-09-23 09:04:54 STENBOL- Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku tifaqê zemîna ku jin bûne kirde afirandiye û gotin ku armanca wan ew e ku bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin.   Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûn, Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin.   Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku armanca wan ew e bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin.   'KRÎZA CIVAKÎ'   Endama Lijneya Rêveberiya Meclisê (MYK) ya Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Sevîlay Derman destnîşan kir ku têgînên "ked" û "azadî" di dîroka têkoşîna jinan de xwedî cihekî girîng in û got ku têkoşîna jinan li dor van têgînan dirûv girtiye. Derman îşaret bi wê yekê kir ku krîzeke kûr heye ku li hemû beşên civakê belav bûye û wiha got: “Beranberiya vê krîzê û mueyîdeya wê gelekî giran e. Ger em vê krîzê tenê di warê jinan û LGBT+yan de şîrove bikin dê noqsan bimîne. Ji lew re em di vê pergalê de bi êrîşên li dijî ked, nasname û bedena me tên îstîsmarkirin. Ji ber vê yekê em naxwazin wê tenê wekî kedxwariyê vebêjin."    'PERPITÎNÊN DAWÎ YÊN DESTHILATÊ'   Derman destnîşan kir ku desthilatdariya heyî ya riziyayî û xwe netêkşikîn dihesibîne, hewl dide bi avakirina hegemonyayeke li ser çand û jiyana maddî ya civakê hebûna xwe bidomîne got ku li hemberî derdorên muxalif û bi taybetî jî li hemberî jinan êrişên mezin hene. Derman got: "Êrişên vê dawiyê perpitînên dawî yên desthilatê ne."    PERGALEKE KU JIN TÊ DE KIRDE YE   Derman diyar kir ku nîqaşên ku divê jin li hemberî êrişan çawa têbikoşin dewam dikin û wiha got: “Dema ku em li dora van pirsan dirûv digirin, Tifaqa Ked û Azadiyê dibe rêxistinbûyîna navenda helwest, nerazîbûn û berxwedanê ya li dijî êrişên li ser jinan û jiyanê. Tifaqa helwesteke li dijî jiyana kaptalîst a patrîyarkayî ye. Em jin Tifaqa Ked û Azadiyê wekî zemîneke ku jin bi vîna xwe kirde ye dibînin. Lewma em li dijî berpêşkirina alternatîfan in, ji lew re em bi xwe alternatîfan diafirînin."   Her wiha Derman anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê ne tifaqeke li ser esasên hilbijartinê ye û got ku ev tifaq di heman demê de amûra têkoşînê ya li dijî faşîzmê û kapîtalîzma patrîyarkayî ye.    'JIN PÊKHATEYÊN SEREKE YÊN TIFAQÊ NE'   Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Cemîle Baklacı jî anî ziman ku pêkhateya sereke ya vê tifaqê jin in. Baklaci destnîşan kir ku pêdivî bi tifaqeke ku jin karibin xwe tarîf bikin û rasterast gotina xwe bikin heye. Baklaci bal kişand ser tifaqên heyî û sozên wan û got ku ji sozên wan jî diyar e ku dê ji bo tiştekî nebin çare. Baklaci wiha got: "Lê belê bi avakirina tifaqa 3’yemîn re, divê em pêvajoyeke ku em ne mecbûrê 'başê xiraban' in û jin rasterast gotina xwe bibêjin bê avakirin. Li gorî min Tifaqa Ked û Azadiyê ji vê yekê re vekirî ye."   DAXWAZÊN HEVPAR   Baklaci diyar kir ku jin demeke dirêj e li dora daxwazên hevpar bûne yek û got ku jinan destnîşan kir ku pirsgirêkên wan ên cidî heye û lewam pêdivî bi sazîbûyûnek ku bi van pirsgirêkan re eleqedar bibe û çareseriyê hilbierîne heye. Baklacı wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêdiviya me bi wezareteke jinan heye. Di nava wezaretên li vir de divê li ser esasên polîtîkaya feminîst mekanîzmayeke kontrolê bê avakirin, ji kirdeyên tevgera jinê. Bi taybetî jî pêdiviya me bi polîtîkayên civakê heye, ji bo jiholêrakirina xizaniya jinê. A rast ev demeke em van daxwazan di nava xwe de nîqaş dikin. Tifaqa rêya sêyemîn  ji bo me, ji bo jinan bûye cihê heyecanê. Lê divê em vê heyecanê li kolanan jî bidin der."   MA / Esra Solîn Dal