HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin 2022-09-22 15:47:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên HDP’î qetilkirina Jîna Mahsa Amînî protesto kirin û gotin; “Em ê cîhaneke azad bi hev re ava bikin. Dê bi têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin.”    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ji bo serdana malbata xwe çûbû Tehranê û bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re li rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakî roj bi roj mezintir bûn û di demekî kin de li seranserî bajarên Îranê berbelav bû. Her wiha li gelek welatên cuda jî jin daketin qadan û rejîma Îranê protesto kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, li gelek bajaran daket kolanan.    RIHA    Li navçeyên Bêrecûk, Xelfetî, Pirsûs, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag û li navenda bajar gelek jin bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Platforma Jinan a Rihayê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyê alaya ku ji pora jinan hatiye çêkirin û bûye sembola çalakiyên Îranê û pankart hat vekirin.    ‘EM Ê CÎHANEKE AZAD AVA BIKIN’    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û wiha got: “Berxwedan û têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.”    Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku ew zîhniyeta desthilatdariya Îranê baş nas dikin û ev tişt anî ziman: “Em wê zîhniyetê ji Mûsa Orhan ê Îpek Er qetil kirî, ji betalkirina Pemana Stenbolê nas dikin. Lê belê têkoşîna jinan berdewam e. Em ê bi mûyên pora Jînayê re vê têkoşînê jinûve vehînin.”    MELETÎ   Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de jinên kurd ên ji bo Jîna Mahsa Amînî li ber xwe didin, em hemû jinên berxwedêr silav dikin. Dirûşma Jin, jiyan, azadî bû dirûşma sedsala 21’emîn. Têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jinan e.”    HATAY    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Hatayê daxuyanî da û qetilkirina Jîna Amînî protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo Mahsa Amînî û ji bo azadiya xwe li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê serî hil didin” û dowîzên ku wêneyên Amînî li ser bûn hatin vekirin. Di daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Hatayê û gelek jin amade bûn.    ÎSKENDERÛN   Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş, endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê û gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Jin li pey kujeran bi hêza xweparastinê li ber xwe didin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Em natirsin, bêdeng namînin, îtaet nakin” û “Jin dimeşin, azad dibin” berz kirin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Rêveberiya Rêxistina HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmeş ve hat xwendin. Durmuş, da zanîn ku kujerê Mahsayê rejîma serdest a mêr e.    Jinan, piştî daxuyaniyê pora xwe jê kirin.   DÊRSIM    Qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Dêrsimê jî hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê dijminatiya li jinan dawiya we, piştevaniya jinan jî şoreşê pêk bîne” hatibû vekirin. Rêvebera Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê Esma Ataş xwend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Ataş anî ziman ku bi meş û xwepêşandanên xurt ên li kolanan re serhildana li dijî rejîma Îranê ya mêr serdest û polîsên wê yên ‘exlaqê’ tê mezinkirin.    Ataş, bi domdarî destnîşan kir ku dê jin dê tu carî li dijî zordestiyê dev ji berxwedana xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Serhildana li bajarên Kurdistanê ji bo Mahsayê hatiye destpêkirin, li herêmê pêl bi pêl mezintir dibe. Êdî veguherî serhildana gel. Rejîma Îranê ji bo têkbirina vê serhildanê bi hemû hêza xwe êrişî gel dike. Bi van êrişan re dijminatiya xwe ya li hemberî jinan û kurdan dîsa piştrast kiriye. Em li vir careke din dubare dikin; têkoşîn û berxwedana Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.”    COLEMÊRG   Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven ve hat xwendin. Seven, diyar kir ku dê tu êriş nekarin pêşî li têkoşîna jinan û bindestan bigire û wiha got: “Di serî de li Îranê, hemû jinên cîhanê dibêjin êdî bes e.”    GEVER   Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Endama Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agralir daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Têkoşîn û berxwedana Mahsa Amînî, têkoşîna hemû jinan e. Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin.”    SEMSÛR   Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da û qetilkirina Amînî şermezar kir. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Semsûrê Yeşîm Camci ve hat xwendin. Jinan, soza têkoşîna hevpar dan.    ÊLIH   Li Êlihê jî aktîvîstên TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê hatin ba hev û daxuyanî dan. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP û DBP’ê yên Êlihê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bi darê zorê me bibin bihûşta xwe” û wêneyên Amînî hatibû vekirin. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz di daxuyaniyê de axivî.   'JIN SERHILDANÊ MEZIN DIKIN’   Aktîvîst Yildiz anî ziman ku serhildana li dijî rejîma Îranê û saziyên wê yên dijminên jinan ên weke “polîsên exlaqê” li kolanan bi meş û xwepêşandanan roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Jinên îranî her tim li dijî êrişên ser maf û jiyana wan li ber xwe dan. Berxwedana Mahsayê yek nîşaneyên vê têkoşînê ya herî şênber e.”   SÊRT   Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîsên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay ve hat xwendin. Tay, diyar kir ku dê kesek nekare pêşî li ber berxwedan û têkoşîna jin û gelên bindest bigire û wiha domand: “Di şexsê Mahsayê de em soz didin hemû jinan ku bêexlaqî ne di mûyê pora we yê xuya dike de lê ji Îranê heta hemû dinyayê di zîhniyeta desthilatdarên mêrserdest de ye. Em li vir careke din dubare dikin; berxwedan û têkoşîna Mahsayê têkoşîna me ye.”