Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin 2022-09-22 13:18:17   ANTALYA - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” de li Antalyayê bi jinan re civiya û got: “Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” de li Antalyayê bi jinan re civiya. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay û gelek jin tev li civînê bûn.    Meral Daniş Beştaş de civînê de axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan li hemû cîhanê berbelav bûye û wiha got: “Jin li dijî hemû cureyên tundiyê li kolanan in. Bi vê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan re dê hemû polîtîkayên dijminatiya jinê dikin vala bên derxistin. Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin. Dê serkeftin a me be.”