Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin 2022-09-21 16:49:55   STENBOL - Endamên Jin Bi hev re Hêz in li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin û bi lêv kirin ku berxwedana Amînî têkoşîna jinan e.    Jin Bi hev re Hêz in, qetilkirina Jîna Masha Amînî ya ji aliyê polîsên exlakê ve yên li Îranê li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê şermezar kirin. Polîsan ber konsolosxaneyê dorpêç kirin. Jinên îranî yên li Tirkiyeyê dijîn jî tev li şermezarkirinê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Dilşat Canbaz û Zuleyha Gulum jî piştgirî dan çalakiya jinan.    Di çalakiyê de pankartên “Porê Mahsa wê faşîzmê bidalqînê!” , “Dem dema azadiya jinan e” , “Azadiya me di destê me de ye, Mahsa Amînî serhildana me ye” vekirin û bi farisî dirûşmeyên “zhen, zhian, azadi” , “Em diktatoriyê naxwazin” , “Khamenei naxwazin” , “jin jiyan azadî” , “Em pergala molla naxwazin” berz kirin. Du jinên ku dowiza “Ji bo muyekî serê xwe canê wê girtin” hilgirtin porên xwe yên birîn bi zenden xwe ve girêdan û dirûşmeya “Em hemû Amînî ne” berz kirin.    “KUJER PERGALA MOLLA YE’   Metnê daxuyaniyê li ser navê jinan Ruya Kûrtûlûş xwend. Kûrtûlûş, bi lêv kir ku têkoşîn û berxwedana Mahsayê têkoşîna wan jinan e û got: “Jina kurd Amînî ya 22 salî ji aliyê pergala Molla û ‘polîsên exlaqê” yên weke dewriyeyên îrşad tên nasîn ve hate qetilkirin. Çalakî û meşên ku rejîma Îranê ya faşîst û saziyên weke polîsên exlaqê ku mudaxileyê şêwazên jiyanê yên jinan dikin tên protesto kirin. Jin bi awayekî komî laçikên xwe ji serê xwe dikin, agir berdinê û têkoşîna xwe vediguhêzin asteke din.”    JIN JIYAN AZADΠ   Kurtuluş da zanîn ku jinên Îranê li dijî serdestiya mêr a ku di bin navê 'qûralê şerîatê' de mudaxileyî jiyana wan dike têdikoşin û wiha berdewam kir: “Îro dengekî ku em nas dikin ji kolanên Îranê bilind dibe. Jin jiyan azadî. Em jî ji Tirkiyeyê dengê jinên îranî bilind dikin. Kujerê Mahsa Emînî pergala Molla ya Îranê ye. Kujerê Mahsa pergala serweriya zilam e. Têkoşîna Mahsa û jinên Îranî têkoşîna me hemûyan e. Jin jiyan azadî.”   MEŞ HATE KIRIN    Piştî daxuyaniyê jinên dest bi meşê kirin ji Cadeya Cagaloglû heta Cadeya Sûltanahmet meşiyan. Piştî meşe çalakî bi dawî bû.